'Bersûcê Mîhrîbanê ne kesek tenê ye' 2022-04-25 14:46:45   ŞIRNEX - Jinan ji bo Mîhrîban Şengîl ku li navçeya Qilebana Şirnexê hatibû qetilkirin daxuyanî dan.    Li navçeya Qilebana Şirnexê, di êvara 21'ê Nîsanê de jina bi navê Mîhrîban (Bêrîvan) Şengîl ji aliyê mêrê bi navê Metîn Şengîl ve hat qetilkirin. Jinan ji bo Mîhrîbanê daxuyanîyek hevpar dan. Komeleya Jinan a Rosayê, Meclîsa Jinan a HDP, Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) a Şaxa Şirnexê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Navenda piştgiriya Jinan a Dayika Taybet û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdar bûn. Jinan wêneyê Mîhrîbanê rakirin.   'Bersûcê Mîhrîbanê ne kesek tenê ye'   Jin ewilî çûn tazîyeya malbata Mîhrîbanê û ji malbatê sersaxî xwestin. Parlementera Şirnexê ya HDP'ê Nûran Îmîr axivî û destnîşan kir ku dewlet ji qetilkirina jinan re rê vedike. Nûran, wiha axivî: "Ji aliyekî ve em tên kuştin ji aliyekî de dewleta mêr tundiyê li me dike. Desthilatdar li Kurdistanê her diçe şerê xwe mezin dike. Zagonên vê dewletê dijberî me biryaran dide. Hêz dide mêr û îmkan û derfetan zêde dike. Bersûcê ku îro Mîhrîbanê kuştiye ne tenê kesek e. Çiqas rayedarên dewletê ku destûr da Mîhrîbanê were kuştin hemû sûcdar in. Divê em jî li dijî vê yekê berxwedana xwe mezin bikin. Em ê li hemberî vê wahşetê bêdeng nemînin. Divê em bibin dengê hevdu û li xwe xwedî derkevin. Bi destê dewletê tim tundî û kuştina jinan zêdetir dibe. Dewlet ji bo ku jin werin kuştin ji kujeran re rê vedike. Em ê şopdarê dozê bin.   Beriya daxuyaniyê jinan heta cihê ku Mîhrîbanê lê hat qetilkirin meşîyan.    'Em jin hemû di hedefê de ne'   Li ser navê jinan metna daxuyaniyê, Endama Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Turan xwend. Elîf diyar kir ku hemû jinên ku li pê maf û daxwazên xwe yên azadiyê ne di hedefê de ne û got: "Polîtîkayên desthilatdariyê ya dijminatiya jinan, mêran teşwîqî qetilkirina jinan dike. Polîtîkaya bêcezahiştinê destkeftiyên jinan hedef digire. Ev polîtîka her ku diçe asayî dibin. Her roj em şîdet û kuştina bi dehan jinan dibihîzin. Bersûcê Mîhrîbanê dewleta mêr û daraza wê ye ku sûcê jinan kûr dike. Serdestiya mêr ku bi rengekî bêtirs gefê li hemû jinên têkoşer dixwe, hemû maskeyên xwe avêtine. Jinên ku hevberdanê dixwazin, xwedî gotin û biryara li ser jiyana xwe ne, jinên ku mafê keda xwe dixwazin, jinên ku ji deshilatdariya mêr hesab dipirsin, jinên ku li dijî yekdestiya serdestiya mêr li malê, li kuçeyan di siyasetê de ango em hemû di hedefê de ne."