TAJÊ banga li dijî êrişan kir 2022-04-25 13:43:42   NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ'ê têkildarî êrişên li ser Şengalê û rewşa dawî banga hevkariya li dijî êrişan kir û got:"Bila hikumeta Kazimî pirsgirêk û nakokiyê xwe dûrî Şengalê safî bike û li Şengalê bi erkê Tirkiye û PDK'ê ranebe."   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di derbarê rewşa dawî ya li Şengalê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Meclîsa Jinê ya Şengalê ji aliyê Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ'ê Suham Şingalî ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   'Em dixwazin pirsgirêka Şengalê çareser bibe'   Di destpêka daxuyaniyê de TAJÊ bal kişand ser rewşa heyî û wiha dom kir: "Di van rojên ku dewleta tirk êrîşê Başûrê Kurdstanê dike de hinek hêzên leşkerî yên xwe bi ser Îraqê ve nîşand dide êrîşî hêzên me yên Asayîşa Êzidxanê kirin. Ev êrîşeke li ser îradeya gelê me ye. Em dixwazin vê eşkere bikin ji bo hemû rayadarên Îraqê û artêşa Îraqê jî. Em dixwazin pirsgirêka Şengalê çareser bibe, tu carî me derê diyalogê negirtiye û em nebûn alîgirê şer. Em qebûl nakin pirsgirêk li ser hesabê destkeftiyên me werin çareserkirin. Deskeftiyên me xeta sor e. Ew bi xwîna qehremanên me yên wek Berxwedan, Bêrîvan, Seîd, Dijwar û Zerdeşt hatiye bidestxistin. Me ji 3'yê Tebaxê tecrube derxist, êdî ne milê parastinê ne jî yê rêvberiyê em xwe bi hêviya tu kesî nahêlin û baweriya xwe nadin tu kesî. Em dixwazin bi xwe parastina xwe bikin û xwe bi rê ve bibin. Ev daxwazên me rewa ne û li gorî zagonên Îraqê ye jî. Ji bo wê em bang li hikumeta Îraqê û Wezareta Parastinê ya Îraqê dikin van hêzan kontrol bikin û ji herema me derxînin. Li serê her kolanê bendek danîne em jin nikarin rehet biçin bazarê. Belavbûna artêşê bi vê şewazê tirs û nerehetiyê di nav civakê de dide avakirin. Em weke îradeya jinên Şengalê belavbûna Artêşa Îraqê bi vê şewazê li nava sûk û kolanan qebûl nakin. Li ku derê dinyayê artêş wisa di nava sivîlan de belav bûne? Bila hikumeta Kazimî pirsgirêk û nakokiyê xwe dûrî Şengalê safî bike û li Şengalê bi erkê Tirkiye û PDK'ê ranebe."   'Yekîtiya me û hevgirtina me bersiva herî xurt a li dij êrîşan e'   TAJÊ di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî kir ku bi erka xwe rabin û got: "Herî talî em banga tevahî gelê xwe dikin. Roj roja hebûn û tunebûnê ye, lazim e em li hebûna xwe xwedî derkevin. Yekîtiya me û hevgirtina me bersiva herî xurt a ji van êrîşan re ye. Her wiha banga me ji jinan re jî ew e ku di vê dema dîrokî de bê helwest nemînin. Ji bo yekîtiya civaka me pêşengiyê bikin. Her wisa em bang li hemû kesên berpisiyar di serî de serokeşîrê Êzidîyan, oldarên Êzidiyan, siyasetmedar, rewşenbîrên Êzidiyan û her kesê berpirsiyar dikin bi rola xwe rabin, ji bo van hêzên şerxwaz paşde bikêşin, erka xwe bicih bînin."