ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2022'AN 2022-04-25 09:00:00     *Li gelek taxên Dîlokê, jin li ber deriyê xaniyên xwe rûdinin û bi karen wek şikandina gûzan, bijartina mewîjan û gelek karên din ên wekî wan hewil didin ku debara xwe bikin. Jinan diyar kirin ku her çiqas beranberê keda didin nagirin jî neçar in ku vî karî bikin. DÎMEN HEYE   *Rojnameger Berîtan Sarya êrîşa dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li hember Herêma Federe ya Kurdistanê nrxand û got: “Dewleta Tirk dixwaza PKK’ê tasfiye bike û plana qirkirina kurdan temam bike. Divê gelên Tirkiyeyê vê berxwedanê bibînin. Berxwedana gel girîng e.”  DÎMEN HEYE   *Hevserka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan da zanîn ku wê di 1’ê Gulanê de li qadan wekheviya gelan biparêzin û endama Lijneya Rêveberiya Giştî ya Malê Gel Zeynep Çelîk jî destnîşan kir ku desthilatdarî her cara dikeve tengasiyê bi siyasta şer civakê diçewisîne. DÎMEN HEYE   *Jinên bijîşk, hunermend, siyasetmedar û femînîst ku îmze avêtibûn platforma ‘Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin’  der barê rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk de axivîn û diyar kirin ku divê demildest edalet pêk bê. DÎMEN HEYE