Li Mêrdînê Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin 2022-04-24 14:01:20     MÊRDÎN - Dêrên Ortodoks û Protestan ên Suryaniyan ên li Mêrdînê Cejna Paskalya (Çarşema Sor) bi ayînan pîroz kirin.    Cejna Paskalya ya Vejînê, ji aliyê Suryaniyên Ortodoks û Protestan ve tê pîrozkirin. Ayîna ewil di çarçoveya cejnê de li Dêra Kirklar a Mêrdînê hate lidarxistin. Ayîna di dêra dîrokî de hate lidarxistin ji aliyê Keşeyê Dêra Kirklar Horiepiskopos Papaz Gabriel Akyuz û Metropolîtê Mêrdîn û Amedê Mor Filuksinos Saliba Ozmen ve hate birêvebirin.    Ayîna ku cemaeta suryaniyan tevli bûyî de dûa hatin xwendin û lawje hatin gotin.  Rituelên ku di çarçoveya xristiyaniyê hatin kirin de Parlamentera HDP’ê Pero Dundar û endamên HDP’ê jî amade bûn. Ayîn bi weaza Saliba Ozmen a têkildarî cejna vejînê ber dewam kir.   Pişt re şekir û hêkên rengkirî li kesên tevli ayînê bûbûn hate belavkirin û pîrozbahiyên cejnê pêk hatin.