HDP'ê derbarê 24'ê Nîsanê de daxuyanî da 2022-04-24 11:07:33     ENQERE - HDP MYK'ê ku bi wesîleya 107'emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyek da, got, "Rûberbûna bi sûcên li dijî mirovahiyê, ji bo siberoja hevpar û wekhev û aştiya civakî gaveke girîng e."   Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 107'emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand.   'Êm êşçên 107 salan û şînê parve dikin'   Di daxuyaniya bi sernavê "Em 107 sal in êş û şînê parve dikin" de wiha hat gotin, "Rûbirûbûna bi rastiyên dîrokî, lêborîna ji gel û baweriyên bindest, bangawaziya li rêyên edaletê, ji hev fêmkirinê û pêçandina birînên dîrokî bi nêzîkatiyeke ji dil karên hevpar in. Di 24'ê Nîsana 1915'an de 200 ronakbîrên ermeniyan ji malên wan hatin derxistin û ber bi mirinê ve hatin şandin û vê qirkirina sîstematîk.  Herwiha fileyên din ên li vê herêmê jî  ji van polîtîka û pêkanînên qirker para xwe girtin."   'Divê bi sûcên li dijî mirovahiyê re rûbirû bên'   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji wê rojê û vir ve ji holêrakirina kêmaran û avakirina civakeke homojen didome. Taloqkirina rûbirûbûna bi bûyerên şermê re ku erdnîgariya me tevlihev dike, xizmeta aştiya civakî û vegotina rastiyan nake. Rastiyeke dîrokî û gerdûnî li her derê cîhanê derbasdar e: rûbirûbûna sûcên li dijî mirovahiyê ji bo avakirina pêşerojeke hevpar û wekhev û aştiya civakî gaveke girîng e.”   'Bi gelê Ermen re di nava aramiyê de jiyîn gelekî girîng e'   Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêşxistina têkiliyên dîplomatîk, bazirganî û aborî yên bi dewleta Ermenîstanê re pêwîstiyeke ji bo gelan daxuyanî wiha hat bidawîkirin, "Wekî gelê Meozpotamya û Anatolyayê em êşa 107'saln parve dikin û em careke din bi xemgînî û rêzdarî kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin."