Ayşe Acar Başaran: Dixwazin kurdan bê statû bihêlin 2022-04-24 09:04:52       Dilan Babat   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran der barê civîna Meclîsa Jinê de axivî û got divê HDP wek navenda  riya sêyemîn bê qebûlkirin. Ayşeyê balkişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li li dijî herêma Federe ya Kurdistanê û got dixwazin kurdan li her derê bê statu bihêlin.   Meclîsa Jinan a HDP’ê di 16’ê Nîsanê de civîna xwe pêk anî û bandora polîtîkayên şer, krîza aborî yên li ser jinan, binpêkirinên li girtîgehan, doza girtina partiya wan, xebatên kongreya mezin a partiya wan û tecrîd nîqaşkir.    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran pêşketinên di civînê de û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêma Federe ya kurdistanê nirxand.   Nirxandina 8’ê Adarê û Newrozê   Ayşeyê da zanîn ku civînînên li pey hev yên wekê ya hevserokan, ya meclîsa jinan, ya MYK û PM’ê pêk anîne û got bi starta ku Meclîsa Jinan a HDP û TJA’yê daye 8’ê Adarêû Newroz bi coş hatiye pîrozkirin. Ayşeyê wiha vegot: “Li pey van me civîn pêk anîn û derfeta ku em Newroz û 8’ê Adarê binirxînin çêbû. Em di rojên zehmet re derbas dibin. Li aliyekî şerê Rûsya Ukraynayê li aliyê din jî nîqaşên şerê demeke dirêje li Kurdistan û  Rojhilata Navîn tê kirin hat nîqaşkiin. Her wiha hat parvekirin ku hewldana dagirkirina li hember Başur jî hatiye destpêkirin.”   Tecrîd û girtîgeh   Ayşeyê destnîşan kir ku demek dirêje AKP û MHP xwe li ser dijminahiya li hember jin û kurdan heyî dike û bi ferasta dijminahiyê êrîşê statuya kurdan dikin û wiha anî ziman: “Êrîşên li hember Efrîn, Grê Spî û Serêkaniyê mînak in. Yek ji rojeva me ya sereke polîtîkayên şer yên AKP û MHP’ê bû. Me ev hem bi meclîsa jinan re hem jî bi Meclisa Partiyê (PM) re nîqaş kir. Bandora şer a li ser bedena jinê hat nîqaşkirin. Fatureyên şer û krîzê li jinan dibirin. Me ev di şerê Ukrayna û Rûsyayê de dît. Herî zêde jin hîs dikin. Her wiha yek ji rojeva herî sereke ya hat nîqaşkirin jî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li Îmrali û hemû girtîgehan bû. Ji ber pandemiyê me kongreyên navend û navçeyan nekiribûn bikin. Ji bo kongreya mezin em xebatan dimeşînin. Em ê rojên pêş de dîroka kongreya mezin aşkera bikin.”   ‘HDP dikare wek navenda riya 3’emîn bê qebûlkirin’   Ayşeyê  got der barê doza girtina partiyê de jî nîqaş hatine kirin û got DDB di çarçoveya darazê de biryarê nade û daraz bûye alava desthilatdariyê û wiha bi lêv kir: “Em ê HDP û perspektîfa wê biparêzin. Metna parastinê ya me da parastineke hiqûqî ya me kiribû lê ne tenê li salonên dadgehê, di 8’ê Adarê, Newroz û wê di 1’ê Gulanê de jî  coşa derkeve wê nîşan bide ku em fikra HDP’ê li qadan diparêzin. Girsebûna li qadan û civînên me derketin holê bersiva herî mezin bû. Em ê hemû alternatîfên xwe biparêzn. Me di parastinê de diyar kiribû. HDP fikriyat e. Ji aliyê rayagiştî ya Tirkiyeyê ve hatiye qebûlkirin. HDP bixwe projeya riya sêyemîn.e.  HDP dikare wek navenda riya sêyemîn bê qebûlkirin.”   ‘Dixwazin alternatîfan bigirin’   Ayşeyê balkişand ser parastina meclîsa jinan a der barê doza girtinê de amade kirine û wiha anî ziman: “Yek ji sedema êrîşa li hember HDP’ê eve ku HDP li Tirkiyeyê bûye hevî û rêxistingera riya sêyem e. HDP partiya jina ye, nûnerya wekhev pêk tîne û ji herêman heta navendan jin di her mekanîzmayê de cih digirin. HDP partiyeke ku mîrate ji tecrubeyên têkoşîna jinan a berê girtiye.  Alternatîfeke mezin e.  Ji BDP, ji tevgera jinên kurd mîrate girtiye. Ji ber vê jî dixwazin vê alternatîfê bigirin.”   ‘PDK di nav şaşiyek dîrokî de ye’   Ayşeyê balkişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên bi piştgiriya PDK’ê li hember herêma Federe ya Kurdistanê pêk tîne û ev nirxandin kir: “Gelek sedemên operasyonê hene. Yek ji van jî dijminahiya li hember kurda ye. Ji 2015’an heta niha di hemû pêngavên siyasî yên desthilatdariyê de dijminahiya li hember kurdan heye. Ev dijminahî heta astengkirina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re, heta polîtîkayên pevçûnan,bidawîkirina pêvajoya çareseriyê, hilweşandina bajaran, tayînkirina qeyûman, tasfiyekirina siyaseta demokratîk, mafê tunekirina hilbijartinê çûye. PDK mixabin zemînê niha ji êrîşan re amade dike û di xeteke hevkar de ye. PDK di şaşiyeke mezin a dîrokî de ye.”   ‘Statuya başûr hedef digire’   Ayşeyê wiha dawî lê anî: “Ev êrîş li hember statuya Başur e. Çend roj berê  Suleyman Soylu di daxuyaniyên xwe de got ‘Em ê Iraq û Sûriyeyê jî wek Başurê Rojhilat bikin cihekî ku dikare jiyan lê hebe.’Dema mirov li zemîna vê dinêrin dibînin ku Sûriye û Iraqê jî wek parçeyekê xwe dibînin û dixwazin li wir serdest bin. Ev êrîş ji ber vê jî statuya Başûr hedef digire. Li aliyekî din jî ev êrîş rewşa tengezar ya ku AKP û MHP ketiyê jî nîşan dide.AKP li Tirkiyeyê êdî  ji civakê tu hêviyê nake. Ji ber vê jî tenê dijminahiya kurdan wek koz bi kar tîne. Divê hemû kurd bizanibin ku ev êrîş li hember destkeftiyên kurdan statuya kurdan e.”