Jinan ji cihê Mîhrîban hat qetilkirin bang kir: Em ê hesapê bipirsin 2022-04-23 16:11:26   ŞIRNEX - TJA'yê derbarê qetilkirina Mihrîban Şengîl de daxuyaniya ku da de, anîn ziman ku ew ê teqez hesap bipirsin.   Li navçeya Qilebana Şirnexê, di êvara 21'ê Nîsanê jina bi navê Mihrîbam (Bêrîvan) Şengîl ji aliyê mêrê bi navê Metîn Şengîl ve hat qetilkirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA),  endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî taziya wê ya li navçeyê hat danîn bûn. Li vir piştî diayên hatin xwendin jin derbasî mala Mihrîban ku li Taxa Qilebanê ye bûn. Li vir gelek jinên ku kom bûn pankarta "qetilkirina jinan raperîna me ye" hat vekirin û wêneyên Mihrîban hat rakirin. Jinan bi dirûşmeyan heta cihê ku Mihrîban hat qetilkirin meşiyan.    Li ser navê jinan daxuyaniyê Hevseroka HDP'ê ya Qilebanê Zîlan Yaman xwend.   'Em ê hesap bipirsin'    Zîlan, got îktîdara ku ji pergala mêr xwe diafirîne, tundiyê li ser bedena jinê dixwaze normal dike û wiha anî ziman: "Ji ber polîtîqayên dijminatiyê ya li ser jinê, ji ber polîtîqayên bêcezabûnê û destkeftiyên jinan hedef digirin pergala mêr ji vê cesaret digire. Ev polîtîqa her roj tê normal kirin. Em her roj nûçeyên tundî û qetilkirina li ser jinê dibihîzin. Em îro ji bo Bêrîvan Alturk vê derê ne. Bêrîvan li kolanê bi çekê hat qetilkirin. Em ê teqez hesap bipirsin."   'Hêzê digirin'     Zîlan, bal kişand ser betalkirina Peymana Stenbolê û wiha domand: "Kesên ku bi şevekê ji vê peymanê vekişiyan, jinên ku xweparastina xwe kirin hatin girtin, saziyên jinan girtin, ji bûyerên erîşa zeyendî delîlên somut digerin hem tundiyê meşrû dile û hem jî hêzê dide pergala mêr. Îpek Er, Nadîre Kadîrova, Yelda Kahraman ku ji aliyê mêran ve hatil qetilkirin bi awayek edalet ev kes nayên darizandin. Ew hêzê digiri."   'Em ê jiyanek azad ava bikin'    Zîlan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Kurdistanê polîtîqayên taybet her ku diçe kur dibe û komkujiya jinan jî  pêre zêde dibe. Têkoşîna jinê hedef hatiye girtin. Em ê jiyanek azad ava bikin."   'Em naxwazin jin bên kuştin'   Herî dawî xwîşka Mihrîba, Taybet Uren jî wiha got: "Bila komkujiya jinan bisekine. Em naxwazin jin bên kuştin. Bila zarok bêdayîk nebînin."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bêdeng nabînin, natirsin û îteatê nakin" hatin berzkirin ve bi dawî bû.