Bi hezaran jinên efrînî bi meşeke girseyî êriş şermezarkirin 2022-04-23 13:21:37   ŞEHBA - Bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê bi dirûşma "Berxwedana gel û gerîla wê xiyaneta PDK'ê têk bibin" meşeke girseyî hat lidarxistin û êrişên li hemberî Herêm Federal a Kurdistanê hat şermezarkirin.    Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Herêma Parastina Medyayê ya li Herêma Federal a Kurdistanê bi dirûşma "Berxwedana gel û gerîla wê xiyaneta PDK'ê têk bibin" bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê ve meşeke girseyî hat lidarxistin. Meş li havçeya Ehdas heya Baxçeya navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê pêk hat. Hemû endamên Rêveberiya Xweser, jinên Efrîn û Şehbayê beşdarê meşê bûn. Di meşê de alên Rêxistina Kongreya Star, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û wêneyên pekrewanên azadiyê hatin hildan. Meş bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî meşê endama Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Wahîde Xelîl axivî.    Wahîde, di  axaftina xwe de bal kişand ser  hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a bi Dewleta Tirk re û got: "Îro gelê me li vê derê li ser fikir û felsefa Rêber Apo xwe rêxistin û perwerde kiriye. Ji ber vê yekê jî îro em daketine qadan û însanetiyê dixwazin. Ji destpêka vê şoreşê ji salên 1990'î de û heya roja îro PDK'ê xiyanetê li me dikin. Bila tû car malbata Barazanî xwe kurd nehesibîne. Ji ber ku her tim li hemberî me şer kiriye û xiyanet li me kiriye.   Em proja Netewa Demokratîk a ku hemû netew xwe têde dibînin û cih digirin, li dijî PDK'ê û Dewleta Tirk a dagirker e. Ji ber vê yekê PDK'ê bi hevkariya Dewleta Tirk bi hemû awayên hov êrîşî her çar parçeyên Kurdistanê dikin.    Lê em weke jinên Efrînê tu carî rê nadin dijmin ku dest bavêje ser xaka me, em nahêlin ku êrişê li zarokên me bike. Em jî piştgiriya gerîlayên xwe dikin. Bi berxwedan û têkoşîna jinan yên ku li pey fikir û felsefa Rêber Apo dimeşin, em ê bi serkevin."   Meş bi berzkirin dirûşmeyên "Bijî berxwedana YJA STAR", "Bimire îxanet" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.