Malbata Şenyaşar: Em dev jî têkoşîna xwe bernadin 2022-04-23 12:58:06   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar didome. Di çalakiya îro de malbatê ev peyam parve kir: “Derheqê doza me de gavekî hiqûqî hate avêtin. Lê em hêjta nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat."    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar jî di 9’ê adara par de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 411’an de berdewam kir. Edliye, di dawiya hefteyê de girtî ye lewma malbatê çalakiya xwe li Pirsûsê li mala xwe domand.    Her wiha duh ji malbata Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku xizmên wî û parêzvanên wî ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştibûn û 2 kes birîndar kiribûn, 9 kes hatin binçavkirin. Ji van kesan Celal Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz e û Osman Şah Yildiz û Osman Yildiz jî biraziyên wî ne. Hat hînbûn ku navê van kesan di lêpirsînê de wekî kesên tiliya wan di komkujiyê de derbas dibin.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bal kişand ser binçavkirina 9 kesên ji malbata Yildiz û ev peyam parve kir: “Di doza me de gavek hate avêtin. Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat. Heta ku du daxwazên me yên hiqûqî tên qebûlkirin em ê bibêjin ‘HEQ, HIQÛQ, EDALET’ û dev ji têkoşîna xwe bernedin.”