'Em ji ewlehiya canê girtiyan bi fikarin' 2022-04-23 09:07:23   Rabîa Onver   WAN - Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Wanê Edîbe Babur, da zanîn ku tecrîda giran a li Îmraliyê bandora xwe li tevahiya girtîgehan kiriye û got: “Em ji ewlehiya canê girtiyan bi fikarin. Ji ewlehiya canê girtiya wezareta dadê û rêveberiya girtîgehan berpirs e."   Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bi hincetên cuda tên redkirin. Tecrîda giran ya li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan dike. Herî dawî li girtîgeha hejmar 5 a Sîlîviriyê girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz di encama îşkencê de jiyana xwe ji dest da û li ser vê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan dîsa hat rojevê. Ji gelek aliyan jî ji bo lêkolînkirina şertên girtîgehê bang tê kirin. Li aliyê din "Nobetê Edeletê" yên malbatên girtiyan li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê dane destpêkirin jî didomin. Malbatên girtiyan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser rewşa girtiyan û rewşa girtiyên nexweş. Hevserka Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) Edîbe Babur der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Em ji ewlehiya canê girtiyan bi fikarin’   Edîbeyê destnîşan kir ku binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin zêde dibin û bi binpêkirinan re rêveberiyên girtîgehan girtiyan berbi mirinê ve dibin û wiha dirêjî dayê: “Li girtîgehan alavên birînê yên qedexene didin girtiyan û bi awayekî aşkera wan ber bi mirinê ve dibin. Girtiyên li Sîlîvrî bi zanebûn hatin qetilkirin. Îşkence dîtin. Alavên birînê bi zanebûn dan gel wan û gotin xwe bikujin. Ev îşkence li hemû girtîgehan pêk tê. Em ji ber canê girtiyan bi fikarin.”   ‘Wê nobet bidomin’   Edîbeyê balkişand ser "Nobetên Edeletê" yên xizmên girtiyan dane destpêkirin û diyar kir ku desthilatdarî roj bi roj astengiyan dide pêş malbatan û wiha daxuyand: “Bi mehane malbat li Baroya Wanê nobetê digirin. Lê kes dengê wan nabihîze. Malbatê vê carê xwestin li ber girtîgehê, ATK û edliyeyê dengê xwe bidin bihistin. Lê li wir jî asteng kirin. Polîs û leşker li şûna pêşî li mirinan bigirin hewl didin dengê dayikan bibirin. Dayika derb bikin, binçav bikin û her wiha tehdîd dikin. Dayikan vê hefteyê xwestin li sê cîhan çalakiyê bikin lê destûr nedan. Lê malbat bi biryarin. Wê heta dawî nobetê bidomînin.”   ‘Divê tecrîd bi dawî bibe'    Edîbeyê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê tecrîd bidawî be û got di rewşa tecrîd bidawî be wê ya girtîgehan jî bidawî be û wiha dawî lê anî: “Wezareta dadê deriyên Îmraliyê vebike, tecrîda wir bidawî bike wê tecrîda li girtîgehan jî bidawî be.Wê ev binpêkirinên maf jî bidawî bin. Hêviya me eve ku wezaret çavên xwe veke û daxwazên malbatan bibîne.”