Gorîstana Keybanûyan bi dîroka xwe hêjayî dîtinê ye 2022-04-23 09:02:14   Sema Çaglak   SEMSÛR - Girê Karakûşê di nav sînorên navçeya Kolikê ya Semsûrê de cih digire, di heman deme ev gir bi navê Gorîstana Keybanûyan jî tê zanîn. Gorîstana Keybanûyan ku cihekî dîrokî  û hebûna xwe heta roja me parastiye hêjayî dîtinê ye.   Bajarê Semsûrê ji aliye cihên dîrokî ve gelek dewlemend e. Yek ji wan cihan jî Girê Karakûş e ku xwedî dîrokek bi hezar salan e. Girê Karakûşê di nav sînorên navçeya Kolikê ya Semsûrê de cih digire û ev gir di heman deme bi navê Gorîstana Keybanûyan jî tê zanîn. Li ser gir (timulus) kevir li ser hev hatine danîn. Li dora gir jî 3 sûtûn hene ku bilindahiya sûtûnan 20 metre ye. Li ser sûtûna ku dikeve hêla başûr peykera Teyrê  Qertel heye, Li ser sûtuna ku dikeve hêla Rojhîlat peykerên ga û şêr hene. Li ser sûtuna ku dikeve  hêla Rojava jî motîfa Keyê Duyem Mîthrîdates ê kurê Keyê Yekem ê Kommageneyê Antîochos û xwişka wî Laodîkeyê heye ku her duyan bi dest hev girtiye. Ji nivîsa li ser stûnê tê fêmkirin ku goristan aîdî jina Keye Antiochos Îsias, keça wî Antiochis û neviyê wî Aka ye. Timulus li ser girekî 2150 metre bilind e ku li  Çemê Feratê û deştan dinihêre.   Şaristaniya Komagene   Peyva Komagene, ku tê wateya "Civata Genan", tê de bawerî, çand û kevneşopiyên Şaristaniyên Yewnanî û Farisî hene. Şaristaniya Komageneyê, li axa bi bereket a ku ji aliyê bakurê Sûriyeyê, Çiyayê Torosa Bakur û li rojhilatê çemê Feratê  hatiye dorpêçkirin, cih girtiye. Ji şikeft û vedîtinên arkeolojîk ên li derdorê tê fêmkirin ku zeviyên Komagene yên ku ji bo çandinî û sewalkariyê guncav li li vir hebûne. Daristanên darên cedar ên xwedî girîngiya aborî ya bilind in, ji demên kevnar ve wekî qada niştecihbûnê hatine bi kar anîn.   Gorîstana Keybanûyan   Sala çûyî lêkolînek li ser girê dîrokî  pêk hatibû û tomografîya gir hate kişandin. Di encamê de hate zanîn ku di bin Girê Karakûşê de, gorên ku aîdê jinên ji malbata Komagenêyê ne hene. Gora hevjina Keyê Komagene Antîochosê, Îsas, keça wî Antîokhîs û nevîyê wî Aka heye.   Gorîstana Keybanûyan ku hê jî kevnariya xwe diparêze hêjayî dîtinê ye. Bi taybetî di demsala biharê de ku bi rengên biharê derdora gir tê xemilandin aramiyek dide mirov.