Serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê hat şermezarkirin 2022-04-22 15:57:17   AGIRÎ - Binçavkirina 3 kesan û serdegirtina HDP'ê ya Bazîda Agiriyê hat şermezarkirin. Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku wê operasyonên qirkirina siyasî pêşî li têkçûna AKP'ê negire.   Di saetên serê sibehê de polisan li navçeya Bazîd a Agiriyê, bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de polisan Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bazîdê Gonul Ozturk, Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Abdûllah Ekelîk û rêveberê berê yê HDP'ê yê navçeyê Bahattîn Ozturk binçav kirin. Piştî serdegirtina malan û binçavkirina polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Navçeyê de jî girt û lê bi saetan lêgerîn pêk anîn. Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê li ber avahiyê daxuyaniyek da.    Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku wê operasyonên qirkirina siyasî pêşî li têkçûna AKP'ê negire. Dîlan, da zanîn ku ew operasyonên qirkirina siyasî baş dizanin û ev tişt got: "Bi windakirina xwe re desthilata AKP'ê êrişên xwe zêdetir dike. AKP'a ku siyaseta wê ya qirêj derketiye holê êrişî me dike. Wê tu zext û zordarî bi me paşde gav nede avêtin. Di her şertî de em ê li dijî faşîzma AKP'ê têbikoşin. Bi operasyonan nikarin ser îsot û firîngiyên tên firotin bigirin. Em ê bi berxwedana xwe vê desthilata zordar bavêjin sepete çopê."    Piştî daxuyaniyê girseyê dûrişm berz kirin û serdegirtinê şermezar kir.