Rêxistinên sivîl li dijî binpêkirina mafên girtiyan daxuyaniyek dan 2022-04-22 15:49:05     AMED - Derbarê binpêkirina mafên girtiyan de, rêxistinên sivîl ên Amedê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Zext, îşkence, muameleya xerab û her cûre binpêkirinên mafên girtiyan nayê qebûlkirin."   Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê têkildarî binpêkirinên mafên girtiyan daxuyaniyek hevpar li ber Edliyeya Amedê dan. Nûnerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Dayikên Aştiyê, Baroya Amedê, Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Bijîşkan, Komleya Rosa ya Jinan, Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tevli daxuyaniyê bûn.    Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun daxuyaniya hevpar a bi sernavê “Em ji bo rûmeta mirovan jiyanê diparêzin” xwend.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Her roja ku diçe hejmara girtiyan li Tirkiyeyê zêdetir dibe û ev yek jî dibe sedema binpêkirinên mafan û îktidara siyasî girtîgehan kiriye navendên ragirtina kurdan û muxalîfan.    Îşkence, muameleya xerab û sepanên dijmirovan tenê li ser girtiyên polîtîk e di heman demê de li hemberî hemû girtiyên ku şikandina rûmeta mirovahiyê qebûl nakin pêk tê.    Divê her kesê ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin bi awayek standardên hiqûqî û navnetewî de rêz ji wan re bê girtin. Zext, îşkence, muameleya xerab û her cûre binpêkirinên mafên girtiyan nayê qebûlkirin. Kes nikare li hemberî girtiyan îşkence û muameleya xerab pêk bîne.    Îşkence û binpêkirinên mafan ên  li Girtîgeha Sîlîvriyê û kuştina Ferhan Yilmaz hemû rewşê raxist ber çavan û xwest tavilê dest ji îşkence, muameleya xerab û binpêkirina mafên girtiyan bê berdan. Em dixwazin derbarê bûyerên diqewiminde lêpirsîn bên destpêkirin."