Dayikên Aştiyê: Divê li dijî êrîşan her kes rabe ser piyan 2022-04-22 15:48:20     STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna daye destpêkirin şermezar kir û bi gotina “destê xwe ji xwîna me bikişîne” bertek nîşanî Barzanî da.   Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li dijî êrişa Tirkiyeyê ku bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna daye destpêkirin ji bo meşekê li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê li dar bixin li Nûnertiya HDP’ê ya Kanaryayê hatin gelhev.    Polîsan hewl da bêhincet meşa dayikan asteng bikin, dayikan bertek nîşanî astengkirina polîsan da û diyar kirin ku beriya niha jî li heman cihî çalakî li dar xistine lê nehatine astengkirin. Polîsan jî li ser vê yekê ji dayikan re gotin ku “ji ber meşa dixwazin li dar bixin li dijî organizeya dewletê ye destûrê nadin.”   Dayikên Aştiyê yên bertek nîşanî vê yekê dan ji polîsan re gotin ku “Em aştiyê dixwazin hûn jî aştiyê bixwazin” û li pêş avahiya nûnertiyê çalakiya rûniştinê kirin. Dayikan di çalakiyê de her tim dirûşmeya “Ji şer re na, aniha aştî” berz kirin.    Bang li Barzanî kirin   Dayikan piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayika Aştiyê Aklîme Keskîn a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku li dijî şerê diqewime xemgîn in û got: “Êdî bes e. Dawiya şer nîne, tu kesê ku di şer de biserbikeve jî nîne. Xwînrijandin ne tişteke baş e. Bila hemû kurd rabin ser piya aştiyê bixwazin. Ez bang li Barzanî dikim; destê xwe ji xwîna me bikişîne. Bila êdî xwîn nerije.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.