Parêzer Ezgî: Divê hevalên Ayselê dengê xwe bilind bikin 2022-04-22 09:03:15   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Parêzer Ezgî Gungordu da zanîn ku Aysel ji ber piştevaniya ku tê kirin kêfxweşe û da zanîn ku binpêkirinên ku Ayselê li ATK’ê jiyaye û berpirsan de wê gilî bikin. Ezgiyê her wiha daxuyand ku divê piştevaniya bi Ayselê re hîn bêtir mezin be.   Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 Kandira ya Kocaeliyê dimîne teşîsa demansê lê hat danîn û di şert û mercên girtîgehê de rewşa wê her diçe giran dibe. Ji ber raporên ATK’ê yên ‘dikare girtî bimîne’ Aysel nayê tahliyekirin. Endama Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV) û di heman demê de parêzera Ayselê, Ezgî Gungordu der barê rewşa Ayselê de ji ajansa me re axivî. ATK di pêşketina nexweşiyê de parçeyek girîng e   Ezgiyê destnîşan kir ku ji ber raporên ATK’e demên dawî de ji girtîgehan agahiyên mirinê tên û got divê girtiyên nexweştiya wan ketiye asta dawî tên berdan û rojên dawî li derve dijîn. Ezgiyê wiha vegot: “Ev pirsgirêka  mafê mirovane.  Sala borî 59 girtî jiyana xwe ji dest dan. ATK bi israr girtiyên nexweşên giran tahliye nake. ATK çima vê dike? Divê em sazbûna wan binêrin. Êdî tayînkirin raste rast ji ser serokatiyê tên kirin û saziyeke bûye siyasiye ye. Bi pêkanîna karantînayê re nexweşî hîn bêtir pêş dikevin. ATK yek ji parçeya herî girîng ya pêşketina nexweşiyane.”    Ji Lijneya Jor bersiv tune    Ezgiyê destnîşan kir ku li nexweşxana Dewletê ya Seka a Kocaeliyê di encama dermankirinê de teşîsa demans li Ayselê hatiye dayîn piştre jî nexweşanê rapor nikare girtî bimîne daye û wiha anî ziman: “Rapora nexweşxanê şandin Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê. Lê li vir rapora berovajî hat dayîn û gotin dikare girtî bimîne. Me serî  li Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê da. TÎHV’ê got navbera her du raporan de naqokî heye. Ji bo ev naqokî bê çareserkirin û ji ber ku rapora ATK’ê rastî nîşan nedida me serî li Lijneya Jor a ATK’ê da. Lê hîna jî bersivek jê tune.”   Tevgerên ne li gorî rumeta mirovahiyeyê   Ezgiyê diyar kir ku ji bo bê tespîtkirin ku Aysel di doza Kobanê de dikare parastinê bike an na, sewqî ATK’ê hatiye kirin û li wir bi binpêkirinan re hatiye rû hev û di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Birêz Aysel ji bo çavdêriya sê hefteyan sewqî ATK’ê hat kirin. Lê biryara sê hefteyan tenê sê rojan pek hat. Şûnde şandin girtîgehê. Aysel ji helwest û nêzîkatiyên doktor û hemşîreyên wir gelek nerehet bûye û got li dijî rûmeta mirovahiyê bû. Di encama çavdêriyan de raporek hat amadekirin. Di rapora ATK’ê de hemû bûyer û sucdarî hatine nivîsîn, wek kakila îdianameyê bû. Ji nirxandinên tibî wêtir yên siyasî hebûn. Me îtîraza xwe kir. Me got divê bê tahliyekirin. Lê dadgehê bihêlin tahliyekirinê gotin wê Ayselê ji bo parastinê bînin.”   Hevalên xwe bibîr nayne   Ezgiyê di berdewamiyê de anî ziman ku Aysel siyasetmedarek jin a girîng e û rewşa wê her diçe giran dibe, êdî kes nayên bîra Ayselê, nikare ewraqan bixwîne û got: “Axaftinên berê tê bîra wê.  Lê ew jî parçe parçe. Lê tiştên dema nêz de hatine axaftin nayê bîra wê. Axaftinên hefteya borî nayên bîra wê. Me hefteya borî ji dadgehê re got. Hewce bi rapora ATK’ê tune. Nexweşiya wê ketiye asteke cidî.  Ev rewş li dijî rumeta mirovaniyê û etîka tipê ye. Em bi rêk û pêk serledanan dikin. Lê ji raporên ATK’ê hêviya me nameya. Em ê der barê doktorên li ATK’ê ev rapor dane de gilî bikin. Divê ATK serbixwe tevbigere.”   ‘Piştevanî Ayselê kêfxweş dike’   Ezgiyê dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Gultan Kişanak û Edîbe Şahîn hewcedariyên Ayselê pêk tînin. Roj bi roj rewşa wê giran dibe. Divê her kes dengê xwe derxe. Bangên hem li mecra netewî hem jî li qada navneteweyî girîng in. Her cara em diçin em dibêjin hunermend, saziyan bang kirine, bi hezaran jinî îmze kom kirine û em van îmzeyan didin wezaretê. Dema vê dibihîze kêfxweş dibe û digirî. Dibêje ‘başe ku hûn hene, başe ku hevalên min hene’. Gelek kêfxweş dibe û motîve dibe. Ji bo em xwedî li hişê Ayselê derkevin divê em rêbazên bi bandortir bibînin. Em hemû hişê Ayselê ne. Divê em parêzer, hevalê wê dengê xwe hîn bêtir bilind bikin.”