Malbatên girtiyan astengiya polîsan protesto kir 2022-04-21 14:11:18     WAN - Malbatên girtiyan çalakiya "Nobeta Edaletê" xwestin li ber Edliya Wanê pêk bînin. Lê çalakiya malbatan ji hêla polîsan ve hat astengkirin.    Li Wanê malbatên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan dest bi alakiya "Nobeta Edaletê" kiribûn. Malbatan îro xwestin li ber Edliya Wanê çalakiya xwe pêk bînin. Beriya çalakiyê polîsan dora Edliya Wanê bi maşîneyên TOMA'yê dorpêç kirin û çalakiya malbatan asteng kirin.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muazzez Orhan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û rêveberên rêxistina HDP'ê ya bajêr û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê ji bo piştevaniyê hatin li ber Edliyê. Lê hatina wan jî hat astengkirin.    Polîsan bi hinceta biryara Walîtiya Wanê heye nehişt daxuyanî bê dayîn. Malbatên girtiyan astegiya polîsan bi çepikan protesto kir.