Ayşe Şehrîban a OHD’î: Rêveberên girtîgehê sûc dikin 2022-04-21 09:15:20   Şîrîn Çinar   RIHA - Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel da zanîn ku bi polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û da zanîn ku CPT li dijî pirsgirêkên girtîgehan xemsar tevdigere.   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bandorê li ser hemû girtîgehan jî dike û yek ji pêkanînên herî zêde tên dîtin pêkanînên îşkenceyê ne. herî dawî li girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da û piştî bûyerên ji ber şertên girtîgehê carek din ket rojevê. Ji bo şertên girtîgehan bên başkirin ji gelek aliyan ve bang tên kirin. HDP’ê jî ligel bangên ku kirin çû serdana girtiyan û ji bo binpêkirin bi dawî bin ketin hewldanan.   Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya  Rihayê, parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de nirxandin kir.    ‘Li hemberî girtiyên siyasî newekheviyê dikin’   Ayşeyê destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên demên dawî de zêde bûne ne rewşeke nû ye û pêvajoya li girtîgehan ji siyastê serbixwe nîne û wiha pê de çû: “Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan zêde bûn. Li girtîgehan newekhevî tê jiyîn. Yên herî zêde bi vê newekheviyê re tên rû hev, girtiyên siyasî ne. Bi sûcdariyên li hember girtiyên siyasî binpêkirinên mafan jî zêde tên jiyîn. Têkoşîn û serhildana girtiyan jî ji aliyê rêveberiyên girtîgehê ve nayên qebûlkirin.”   ‘ATK li dijî rêgeza xwe tevdigere’   Ayşeyê bi lêv kir ku yek ji pirsgirêka herî mezin a li girtîgehan tê jiyîn rewşa girtiyên nexweşên girane û wiha daxuyand: “Girtiyên rewşa tendirustiya wan giran e nayên berdan. Li pêş tahliyekirina wan astengiya herî mezin raporên ATK’ê yên li dijî rêgezên tipê ne. Tevî tê dîtin ku girtiyên nexweş nikarin jiyana xwe îdame bikin jî ATK li dijî rêgeza xwe tevdigere û rapora ‘dikare girtî bimîne’ dide. Ji ber vê girtî bi binpêkirinên mafan re tên rû hev. Yek ji van girtiyan jî Aysel Tugluk e. Tiştên li Aysel û girtiyên din yên nexweş tên kirin pêkanînên ku em nikarin bigihînin çareseriyê ye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê  ATK raporên zanistî û ji siyasetê serbixwe bide.”   Tehdîda cezayên dîsîplînê   Ayşeyê axaftina xwe wiha berdewa kir: “Di binpêkirinên mafan de herî zêde cezayên dîsîplînê dertên peş. Girtî her tim bi cezayên dîsîplînê tên tehdîdkirin. Tevî şert û mercên tahliyekirina girtiyan tê avakirin jî girtîgeh sûcên dîsîplînê dikin hincet. Ev jî pêşî li tahliyekirinê digire.Astengkirina tahliyeyan jî binpêkirina mafên azadî û ewlehiyê derdixe holê. Girtiyên siyasî tevî cezayên wan qedyane jî ji bo înfaza wan bişewte lêpirsîn tên vekirin.”   ‘CPT  xemsar tevdigere’   Ayşeyê dawiya axaftina xwe de balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û got der barê rêberên girtîgehê de ku binpêkirina mafan dikin de tu lêpirsîn nayên kirin û  wiha dawî lê anî: “Bê cezahiştin cesaretê dide îdara girtîgehê. Pêkanînên tecrîd û îzolasyonê ji tecrîda gira ya Îmraliyê serbixwe nîne. Ger ku hevdîtinên bi Birêz Ocalan re pêk bên wê tecrîda li girtîgehan jî bidaweî be. CPT di vê mijarê de xemsar tevdigere. Divê CPT li dijî tecrîdê bikeve hewldanê.”