'Divê rojnamegerên li başûrê Kurdistanê rastiyan veneşerin û îxanetê nekin' 2022-04-21 09:03:20   Gulîstan Şahîn   QAMIŞLO - Xebatkara Jin TV Bêrîtan Îrlan, diyar kir ku rojnamegerên kurd ji bo ragihandina rastiyan gelek berdelên giran da û wiha bang li rojnamegerên başûrê Kurdistanê kir: "Îro li Efrînê qetlîama mirovahiyê tê kirin. Axa başûrê Kurdistanê bi êrîşên herî hovane re rûbirû ye. Lê mixabin rojnamevanên li başûrê Kurdistanê vê rastiyê vedişêrin û xiyanetê li gelê xwe dikin. Divê rojnamegerên kurd pê rastiyê bikevin."   Di 22'yê Nîsana 1898’an de yekem rojnameya kurdî “Kurdistan” li Qehireya Misrê ji aliyê Miqdat Mîdhat Bedirxan ve hate weşandin.  Her sal roja 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîroz kirin. Rojnamevanên kurd ku îro li beramber hemû êrîş, zilim û zordariya desthilataran karibûn, dengê Gelê Kurd bighênîn cîhanê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî şoreşa 19’ê tirmehê ragihandin jî karibû rolek mezin bileyîze û bibe dengê şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Ragihandin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê karibû sûcên şer ên ku dewleta tirk li beramber herêmê û gelê kurd ku dikirin eşkere bike. Îro bi hezaran Rojnamevanên kurd şopdarê Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û bi hezaran pakrewanên xwe dimeşin.    Xebatkara Jin TV Bêrîtan Îrlan derbarê Roja Rojnamegeriya Kurd de nêrînên ji ajansa me re parvekir.    ‘Rojnameya Kurdistan bû zimanê kurdan a veşartî’   Bêrîtan di destpêka axaftina xwe de Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir û got: “Di wan salan de ku ziman û çanda kurdan dihate qirkirin, ev rojname bû zimanê kurdan a ku veşartî. Roja ku rojnameya kurdî di sala 1898’an de dest pê kir, heta niha berdêlên pir giran hat dayîn. Gelek rojnamevanên ku pê heqîqetê dimeşiyan, rastî gelek astengiyan, îşkence û qetlîaman hatin. Heta roja îro jî têkoşîna rojnamevanên kurd li beramber êrîşan dewam dike. Ji bo me tê wateya roja têkoşîna li beramber taritiyê tê kirin e. Em ragihandina kurd weke ragihandina ser şopa heqîqetê dinirxînin.”   ‘Rojnamegerî daye îspatkirin ku zimanê kurdî heye’   Bêrîtan diyar kir ku ragihandina kurd çanda gelan parast û wiha domand: “Bi rojnamegeriyê re zimanê kurdî nûjen bû. Em niha di sedsala 21’an û sala 2022’yan û heta niha dijminê kurdan, dixwaze ji cîhanê bide qebûlkirin ku zimanê kurdî nîne. Rojnamegerî daye îspatkirin ku zimanê kurdî heye. Zimanê kurdî bi awayekî devkî ya dengbêjî hate parastin. Bi ragihandinê re zimanê kurdî tê axaftin. Em gelek kes li ber televîzyonê zimanê xwe hîn bûn. Dijmênên kurdan bi zanebûn, li gelek welatan felmên xwe didin û çanda xwe didin mêzekirin, vê yekê jî di riya ragihandinê de dike. Gelê me sedî 80 li ragihandinê bi bandor dibe û zimanê xwe yê kurdî dixwîne.”   ‘Bi sedan rojnamevanên kurd canê xwe feda kirin’   Bêrîtan pakrewanên ragihandinê bi bîr anî û wiha got: “Bi sedan rojnamevanên kurd canê xwe di oxira azadî de feda kirin. Bi awayekî rojane êrîş li ser gelê me dewam dike û rojnamevan da ku rastiyan nîşanî cîhanê bidin, berdêla canê xwe kar dikin. Îro li Bakurê Kurdistanê zextek mezin li ser Gelê Kurd heye, van rastiyan derdixînin rojnamevan in. Heta niha gelek rojnamevan li Bakurê Kurdistanê tên girtin. Îro dewleta tirk li dijî qadên parastina medya êrîşên pir dijwar pêk tîne û çekên kîmyasal bi kar tîne. Îro rojnamevan li wan deran kar dikin û sûcên dewleta tirk belge dikin. Em îro dibin şahit ku bi destê kurdan kurd tên qetîlkirin. Li Başurê Kurdistanê rojnamevan berxwedanek mezin dike, ji ber Başur bi destê dewleta tirk tê bi rêve birin. Li her derê têkoşînek mezin li beramber desthilatdaran heye. Nûjiyan Erhan li Şengalê li hember hovîtiya dijmin ku dixwast dengê wan bighêne cîhanê, ji aliyê pêşmergehên Roj ve hate qetîlkirin. Me gelek berdêlên giran dane. Îro li destê ciwanên me kamera, rojnamevan û pênûs heye û xwedî derketinek heye.”   ‘Em li ser xeta Gurbet Ellî Ersoz de dimeşin’   Bêrîtan pêşketinên di ragihandina kurd e çêbûye wiha parve dike: “Berê yek TV ya kurdî hebû û herdem rastî êrîşan dihat. Dijmin yek TV digirt, kurd duyê din vedikir. Îro tv, rojname, kovar, ajans û radyoyên me çêbûne. Di heman demê de di medya civakî jî parvekirinek mezin heye. Ev yek di encama bi sedan qehremanên rojnamevan hatiye kirin. Di aliyê xweser de ajans, tv, rojname, radyo û kovarên me hene. Ev yek diyar dike ku em li ser xeta Gurbet Ellî Ersoz gihîştine astek bilind. Me li ser şopa heqîqetê soz daye û em dewam dikin. Em wek ragihandina kurd, li gelek ragihandina cîhanê re bûn çavkanî. Em dibin cihê rastî ku derdikevin. Em bûne ziman, îrade, fikir û bê tirs berxwedana xwe didomînin.”   ‘Di ragihandina jin de pêşketinên mezin çêbûn’   Bêrîtan pêşketina ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha anî ziman: “Dema tê gotin Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekem têkoşîn û berxwedana jin li beramber her cure hovitiyê tê bîra mirovan. Şoreşa jin li vir pêk hat û ragihandina wê jî xurtbûnek mezin heye. Pêşketinên mezin di ragihandina jin de pêk hatin.  Hewildana me jî heye ku têkoşîna jin ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dayîn, bibin deng, reng û nûjenkirina dayiksalarî. Di heman demê de em dibin şahit hovitiya desthilatdaran li dijî jinan pêk tînin. Di saziyên xweser de kar kirin, barek girane, ji ber dîrokek li vê xakê hatiye reşkirin. Em dixwazin laiqê vê şoreşê bibin. Bi hezaran, jinên kurd, ereb, suryan û hemû pêkhateyên ku li vir dijîn, canê xwe li vir kirin sper û berxwedaniyek bê hempa li dijî desthilatdaran meşandin. Divê em xwedî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin.”   ‘Rojnamevanên kurd pê rastiyê bikeve û derxîne holê’   Bêrîtan, diyar kir ku di sala 2022'yan dê ji bo kurdan bibe sala serkeftinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Banga me rojnamevanên Başurê Kurdistanê heye ku ji xeletiya xwe vegerin, ji ber îro gelê we di bin êrîşan de ye. Îro li Efrînê qetlîama mirovahiyê tê kirin. Li axa Başurê Kurdistanê êrîşên herî hovane tê kirin. Lê mixabin rojnamevanên Başurê Kurdistanê vê rastiyê vedişêrin û gel dixapînin. Bi zimanê xwe pişta gelê xwe didin û xiyanetê ji gelê xwe re dikin. Ev nêzîkatî ji dijmin xirabtir bandor li gel dike. Em dijmin dizanin çawaye. Divê PDK’ê ji vê kiryarê xwe vegerin, ji ber wê zarokên vê gelê sibê nelet li we bikin. Em ketin pêvajoyek giran û êrîşek pir dijwar li ser Gelê Kurd heye. Divê her rojnamevanek kurd vê ferqê de be û pê rastî bikeve û derxîne holê."