ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-21 09:00:00   * Xebatkara Jin TV Bêrîtan Îrlan, diyar kir ku rojnamegerên kurd ji bo ragihandina rastiyan gelek berdelên giran da û wiha bang li rojnamegerên başûrê Kurdistanê kir: "Îro li Efrînê qetlîama mirovahiyê tê kirin. Axa başûrê Kurdistanê bi êrîşên herî hovane re rûbirû ye. Lê mixabin rojnamevanên li başûrê Kurdistanê vê rastiyê vedişêrin û xiyanetê li gelê xwe dikin. Divê rojnamegerên kurd pê rastiyê bikevin." BI DÎMEN    *Ji Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Derya Akyol, bal kişand ser qeyrana ekolojiyê û got: "Tirkiye welatekî ku di warê birêvebirina gelaşan de li paş maye, ev pirsgirêk timî di rojevê de ye. Gelaşên ku li derdora derya û çeman kom dibin, dibin sedema gelek pirsgirêkan ên wekî dîrbarî, qirêjiya derdorê û nexweşiyan.” BI DÎMEN    *Sektera Şaxa hejmar 1 a DÎSK a Amedê Zeynep Demîrakçer da zanîn ku gelek sedemên xizaniya jinê heye û pergala serdest ya mêr xizaniyê bi teşeyên cuda giran dike. Zeynebê bi lêv kir ku ji bo îstîhdama jinê zêde bikin têkoşînek cidî  didin.   *Duriye Kaygusuz a ku kurê wê girtî ye, îşkenceya li ser girtiyan û bêdengiya civakê ya li hemberî rewşa girtiyan şermezar kir û got: “Em dixwazin di demekê nêz de girtî ji zindanan derkevin. Çareseriyek divê.  Heta ku çareseriyek neyê dîtin ne ew baş dibin ne jî em baş dibin. Ez bi hesreta dîtina kurê xwe me.” DÎMEN HEYE   * Ji şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fatma Tunç, 28 sal in bi hesreta axa Botanê dijî. Fatmayê ku di zarokatiya xwe de bi çandiniyê re mijûl bûye li wargehê jî li dora xaniyê xwe kiriye bostan. BI DÎMEN    *Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel da zanîn ku bi polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûne û da zanîn ku CPT li dijî pirsgirêkên girtîgehan xemsar tevdigere. DÎMEN HEYE   * Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran, êrişên ku li hemberî axa Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê şermezar kir û got: "Başûr weke destkeftiyeke Kurdistanê bû. Ji bo me hemû parçeyan jî bû hêviya azadiyê. Êriş û birakûjî heya niha tu sudekî nedaye me. Êdî ji şerê navxweyî re êdî bes e." BI DÎMEN