Xizmên girtiyan li ber ATK'ê daxuyanî dan 2022-04-20 14:38:21     AMED - Xizmên girtiyan derbarê "Nobeda Edaletê" de li ber ATK'a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.   Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin nayên berdan ku li Amedê dane estpêkirin li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê berdewam kir. Malbatan derbarê çalakiya xwe de daxuyanî dan.    Bi armanca piştevaniya Malbatan re Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (MED TUHAD-FED), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê (MED DER) Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK) jî hatin ber ATK'ê.    'Em qebûl nakin'   Ji xizma girtiyan Încî Guler diyar kir ku ew bi mehan e di çalakiya nobetê de ne û sedema ku ew li be ATK'ê çima çalakiyê dikin vegot, "Ji ber ku ATK'ê  rapora girtiyên nexweş dikarin di gitîgehê de bimînin dide, xizmên me yên girtî jiyana xwe ji dest didin.  Mînaka vê jî Halîl Guneş e. Li Girtîgeha Wanê Ramazan Oyîgît nikare di girtîehê de bimîne. Lê em dibînin ku derbarê wî de jî rapora 'dikare di girtîgehê e bimîne' hatiye dayîn. Em vê qebûl nakin û bila girtiyên me serbest bên berdan."   'Bila Şaban Kaygusuz serbest bê berdan'   Ji xizma girtiyan Herdem Mervanî jî got ku tenê daxwaza wan ew e ku girtiyên nexweş û ên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan û berdewam kir, "Heta niha tu gav nehatiye avêtin. Girtiyên li girtîgeha Kayseriyê yên nexweş Şaban Kaygusuz jî jê re rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' hatiye dayîn. Ev ne helwesteke ji rêzê ye. Çima girtiyên nexweş di girtîgehê de tên hiştin. Divê girtî li nexweşxaneyên herî baş bên dermankirin. Lê wan di girtîgehê de dihêlin. Em spasiya her kesê ku em tenê nehiştin û piştgirî dan me dikin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û "Hak hiqûq edalet" bi dawî bû.   Wan   Malbatên girtiyan ên Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin derve, xwestin li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Wanê ku di nava kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê de ye daxuyaniyê bidin lê polîsan ew asteng kirin. Polîsan beriya daxuyaniyê bi polîsên hêzên çevîk û wesayitên TOMA’yan li pêş avahiya ATK’ê dorpêç kirin. Polîsan pêşiya avahiya ATK’ê pêşî li koma ji Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, TUHAY-DER’a Wanê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê, Şaxên OHD’ê û ÎHD’ê yên Wanê û nûnerên TÎHV’ê pêk dihat girt.    Polîsên ku qedexeya Walitiya Wanê weke hincet nîşan dan, destûr neda ku kom li pêş avahiya ATK’ê daxuyaniyê bide. Piştî ku di nava polîs û komê de nêzî nîv saetê hevdîtin pêk hat, kom bi çepikan ji herêmê veqetiya. Polîsên ku nehiştin rojnamevan nêzî komê bibin, destûr nedan ku dîmenan jî bigirin.