Êzidiyên Efrînê Cejna Çarşema Sor pîroz kirin 2022-04-20 13:29:39     ŞEHBA - Yekitiya Êzidiyan a Efrînê bi boneya Cejna Çarşema Sor şahiyek li dar xist. Di şahiyê de hat diyar kirin ku dê xwedî li nirxên xwe derkevin û li dijî êrişan jî li ber xwe bidin.    Yekitiya Êzidiyan a Efrînê bi boneya Cejna Çarşema Sor bi dirûşma "Bi rihê şehîdên azadiyê em ê roja Cejna Çarşema Bor bijîn û dagirkeriyê têk bibin" şahiyek li qada gundê Meratê ya navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê, li dar xist. Hemû şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdarî çalakiyê bûn. Qada şahiyê bi wêneyên pekrewanên azadiyê û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.    'Em ê dijmin têk bibin û ola xwe biparêzin'   Rêvebera Yekitiya Êzidiyên Efrînê Ayşe Sîdo axivî û Cejina Çarşema Sor li Gelê Kurd û civaka êzidî pîroz kir û got: "Em Cejina Çarşema Sor li Rêber Apo pîroz dikin. Ev 4 sal in êzidî li Şehbayê li ber xwe didin. Ên ku li ber 74 fermanan serê xwe netewandine. Ola herî kevnar a ku bi hezara salan, roja ku gerdûn ava dibe û mirovahî dest pê dike, êzidî heya îro ev nirxa pîroz parastine.    Em tu car natirsin, bi rojane gelê me li ser piyane û li ber xwe didin. Di vê roja pîroz de em Kelha Şêx Berekat, Parse Xatun û Kelha Nebî Horî bi bîr tînin. Şengala birîndar piştî hezara salan yên ku mafê xwe bi dest xistine, îro dîsa dijmin wan dorpêç dike û êrişên xwe bi ser Şengalê de tîne.    Em ê dijmin têk bibin û ola xwe biparêzin. Di dawî de jî em bi hêvî ne ku ev sala nû bibe sala aştiyê, her wiha bibe sala rizgarkirina Efrînê."   Piştre qewla olî ji aliyê Şêx Zehir El Dîn Hesen ve hat xwendin. Her wiha Koma Zarokan û Koma Ciwanên Êzidî hin qewilên olî xwendin. Piştre Rêveberiya Civaka Demokratîk TEV-Dem'ê ya herêma Efrînê Gulê Cafer roja cejina çarşema sor şîrove kir.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.