Li Kobanê li dijî êrîşan Konê Çalakiyan hat vekirin 2022-04-20 12:45:44     KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, bi dirûşma “Li dijî Îxanetê û dagirkeriyê banga azadiyê” çalakiya konvedanê li darxistin.   Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, bi dirûşma “Li dijî Îxanetê û dagirkeriyê banga azadiyê” çalakiya konvedanê li darxistin. Di Konê çalakiyê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan, alên Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyeyê, Pankartên bi nivîsa “Li dijî dagirkeriyê berxwedan, Na ji Îxanetê re, Bijî yekîtiya gelan”, “Bijî berxwedana gerîla, Bimir e Îxanet” û wêneyên Şehîdan, hatibûn daliqandin. Li bendê ye ku Tevahî Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser Serdana Konê çalakiyan bikin.    Konê Çalkiyê ku îro li Qda Şehîd Egîd bi merasîme hat vekrin, dê sê rojan vekirî bimîne. Di roja yekemîn de dê Meclîsa Malbata Şehîdan, Kongereya Star, Partiyên Siyasî, Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido, Tevgera Civaka Demoqratîk(TEV-DEM), Hêza Parastina Cewherî, Hêza Ewlekariya Hûndirîn, serdana Kon bikin. Paşê li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê daxûyanî hat dayin.   Daxûyanî wiha ye:   “Em weke Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, li dijî her rê û rêbazên qirkirinê û têkbirinê tekoşîna xwe berdewam dikin. Tu carî van kiryarên li dijî mafên mirovan qebûl nakin.  Em bi ciwan, zarok, kal û pîrên xwe her tim li ser piyan e û tu carî rê nadin dagirkeriyê ku bigihêje armancê xwe. Ji bo vê yekê em weke ciwan dibêjin em li her derê gerîla ne û li her derê jî li berxwe didin. Ne dewleta tirk û ne jî kesên desthilatdar dikarin li ser riya şoreşa me bisekinin. Em ê bi tekoşîna xwe li her derê bibin çirûska azadiyê û em dibêjin, bi pirojeya Neteweya Demoqratîk em ê bi ser bikevin û dagirkeran têk bibin.”   Piştî daxûyaniyê ciwanan dirûşmên “Bimir e Îxanet” û “Bijî berxwedana Gerîla” berz kirin.   Çalakiya li Kon bi gerandina dîlanê û nobetgirtinê berdewam e.