'Koçberên Efrînê li dijî dorpêçê li ber xwe didin' 2022-04-20 11:53:32   Sîdra Mamo   ŞEHBA - Jinên Efrînî ên koçber ku li Wargeha Serdemê ya Kantona Şehbayê dimînin, têkildarî qutbûna gazê û dorpêça li ser herêmê de axivîn û  wiha gotin: "Dorpêça Rejîma Suriyê li ser Şehbayê bandorek mezin li ser kesên koçber kiriye. Daxwaza me ew e ku bi lez riyên ku di navbera bajarê Helebê û herêma Şehbayê de ne bên vekirin. Her wiha divê pêdiviyên me û derman jî  ji bo debara jiyanê derbasî Şehbayê bên kirin."   Dorpêç û ambargoya li ser herêmê ya ku ji aliyê Rejîma Suriyeyê ve hatiye hatiye kirin berdewam dike. Rejîma Suriyê nahêle ku pêdiviyên jiyanî derbasî herêma Şehbayê bên kirin. Bi taybet pêdiviyên jiyanî ên girîng weke gaz, sotemenî sotemeniyê, ard û dermanên nexwaşan ji aliyê rejîmê ve tên astengkirin û nahêlin ku bên derbaskirin. Ev yek jî bi hinceta ku Çarriyên di navbera bajarê Helebê û herêma Şehbayê de girtî ne, tê kirin. Bi vê yekê re li Kantona Şehabyê şêniyên Efrînê gelek zahmetî dikişînin. Lê dîsa jî her tim helwesta şêniyên Efrînê yên koçber li gel hemû şert û mercên jiyanê yên zehmet, berdewame û ev 58 roj in ku li ber xwe didin.    Têkildarî mijarê jinên efrînî yên ku li warghên penaberan ên Kantona Şehbayê dijîn daxwazên xwe ji ajansa me re aznîn ziman.   'Ger em agir pêxin wargeh dikeve xeterê'   Zeyneb Elî ya ji Efrînê û niha li Wargeha Serdemê ya li Kantona Şehayê dimîne derbarê bandora dorpêçê li ser jiyana koçberan de axivî. Zeyenb wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji ber dorpêçiya Rejîma Suriyê li ser herêma Şehba bandorek mezin li ser gelê koçber bûye. Bi taybet di aliyê gaz, madeyên sotemeniyê û derman de em gelek zehmetiyan dikşînin. Ji ber ku gaz tune ye li vê derê û Rejîma Suriyê rê girtiye, em di bin konan de agir pêdixin. Lê ev yek xeteriyek pir mezin li ser jiyana malbatên ku li Wargehan di konan de dimînin dike. Papor jî tune ne, ger hebin jî buha ne û em nikarin bikirin. Papor jî madeyên sotemeniyê dixwaze ji bo ku em debara xwe pê bikin. Lê rastî jî zehmet e û debara jiyanê nabe."   'Ji bo axa xwe em ê li ber xwe bidin'   Zeynebê da zanîn ku tunebûna derman li nexwaşxaneyan dibe sedema ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin û wiha vegot: "Ji ber dorpêça Rejîma Suriyê ya li dijî me derman li nexweşxaneyan tune ne. Ji ber vê yekê jî gelek kes rewşa wan xirab dibe an jî jiyana xwe ji dest didin.  Armanca wan ji vê yekê ew e ku em belav bibin û berê xwe ber bi Rejîma Suriyeyê ve bikin. Lê bila zanibin pêlanên wan bi cih nayên ji ber ku  çi bikin em dev ji berxwadaniya xwe bernadin. Em ê hemû şert û mercên zehmet ên jiyanê derbas bikin tenê ji bo axa xwe em ê her li berxwe bidin."   "Ne ji mafê Rejîma Suriyê ye ku mafê me bin pê bike"   Fatma Beko ya ji gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye jî derbarê dorpêça ku li dijî wan hatiye kirin de ev tişt got: "Ev 4 sal in em li wargeha Serdemê ya Şehbayê koçber in. Ev 4 sal in Rejîma Suriyê em dorpêç kirine, lê her ku diçe ev dorpêç bandora xwe zêde dike. Vê carê jî ji ser me nan, gaz, madeyên sotemeniyê û riyên di navbera me û bajarê Helebê de qut kiriye. Di vê heyva pîroz a Remezanê de Rejîma Suriyê em dorpêç kirine. Gelo kanî mafê mirovan? Di vê heyva remezanê de gaz ji ser me qut kirine. Em ê çawa xwarina xwe çêbikin di vê germahiyê de li ser agir jî nabe. Ger em agir jî pêxin tiştek tune ye em pê agir pêxin. Agir xeteriyeke mezin li ser jiyana mirovên di wargehan de dijîn çê dike. Mafê me ye ku em di welatê xwe de serbest bijîn. Em kurd in û ji vê erdê ne. Rejîma Suriyê nikare me tune bike û mafê me binpê bike."   'Em daxwaza mafê xwe dikin'   Fatma diyar kir ku vîn û berxwedana wan bi dorpêçiyê nayê şikandin û wiha berdewam kir: "Em ji birçîna namirin, wê her tim berxwedan û tekoşîn riya me be. Em giştî Gelê Kurd ji zarokê ku nû ji dayîk bûne heta kal û pîrên me, em ê li dijî faşîst û dagirkeran li ser piya bin. Em li kuderê bin, em kurd in. Daxwaza me ew e  ku bilez riyên ku di navbera bajarê Helebê û herêma Şehbayê de ne werin vekirin. Her wiha pêdiviyên me û derman derbasî Şehbayê bên kirin ji bo debara jiyanê. Vê jî tu kes bi xêra xwe nake û ev mafê me ye."