Li Amedê gelek HDP’yî hatin binçavkirin 2022-04-20 11:24:25   AMED - Polîsan di seetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Hevşaredara berê ya Erxeniyê Meryem Yildiz jî di nav de gelek HDP’yî hatin binçavkirin.      Di .çarçoveya operasyona hat destpêkirin de polîsan di seetên serê sibê de li Amedê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinê de hevşaredara berê ya Erxaniyê Meryem Yildiz jî di nav de gelek HDP’yî hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin anîn Muduriyeta Polîsan a Amedê.   Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne; Necatî  Pîrînçoglu, Ramazan Kartal, Hediye Karaaslan, Ridvan Ezer e.     Herwiha gelek kesên ku bi ser malên wan de hat girtin ji ber ku ne li malê bûn ji binçavkirinê rizgar bûn.