TJA: Jin ji şerê mîlîtarîzmê yê deshilatdariya mêr re dibêjin bes e! 2022-04-20 11:16:58   AMED - TJA yê têkildarê êrişên tirkiyê û PDK’ê yên li qadên parastina medyayê destpêkirine daxuyaniyek nivîskî parvekir. TJAyê di daxuyaniya xwe de got: “Ezmûnên cîhanê nîşanî me dan ku şer bi tenê ne meseleyeke li serê çiyan e û tu şerek tune ye ku li ser bedena jinê nayê meşandin! Ji ber vê em jinên kurd,  dayikên kurd, li qadan daxwaza aştiyê  didin. Li her buhista Kurdistanê, jin ji mîlîtarîzmê re, ji şerê bi desthilatdariya mêr tê meşandin re  dibêjin êdî bes e.”   Artêşa Tirkiyê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê de li başûrê Kurdistanê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê şer da destpêkirin. Li dijî şerê dagirkirina Kurdistanê ji her deverê Kurdistanê bertek tên nîşandan. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parvekir. TJA’ê bertek nîşanî şer da û ji bo PDK nebe şirîkê vî şerî bang kir.    Metna daxuyaniyê ya TJA’yê wiha ye:   “Operasyona heştemîn a li ser Herêma Federe ya Kurdistanê ya ku desthilatdariya faşist a AKP û MHP’yê ji 2019’an vir ve biryar dane pêk bînin, şeva 17’ê Nîsanê hat destpêkirin. Her wekî ku di heft operasyonên berê de jî hatibû gotin, di rojnameyan de serenavê “Son Pençe - Pençeya Dawîn” hat bikaranîn, operasyon ji aliye çapemeniya Tirk ve hema bibêje wek cejnekê hat pêşwazîkirin û hîna jî tê pêşwazîkirin. Du roj beriya operasyonê, roja 15’ê Avrêlê, Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Tayyip Erdogan û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan li Stenbolê hevdîtinek pêkanîn. Ev operasyona ku piştî vê hevdîtinê hat destpêkirin domahîlka nijadkujiya (genosîda) Kurdan a ji sed salî zêdetir e tê kirin e. Lê dîrok bûye şahid ku tu caran şerxwazî û îxanetê li ber dozeke rewa nikaribûne bi ser bikevin.”   Bi hinceta beka yê mafên demokratîk tên beralîkirin   Eniya faşîst a AKP û MHP’ê bêyî ku ji rabirdûyê dersê bigire, difikirin ku pirsgirêka kurdan bi şer çareser bike. Difikire ku dê pirsgirêkên nasname, çand û statuyê yên gelekî bi şer çareser bike. Bêguman, desthilatdariya heyî jî herî kêm bi qasî kurdan dizane ku bi vî awayî dê tu encam neyên bidsetxistin. Lê desthilatdarî ji bo xelasiya ji rewşa bi qeyran a ku tê de ye, ji bo xelasiya ji rewşa nekariya birêvebirinê vê rêbazê bi kar tîne û vî şerî wek xebateke ji bo hilbijartinan bi kar tîne. Xeyala desthilatdariyeke riziyayî, jirêderketî û bêhêz a ku hêviyên xwe li per û baskên S-400 û F-35’an bar kirine û bi wî awayî hewl dide bifire, dê her û her wek xewn û xeyalekê bimîne. Tevahiya desthilatdarî û şaristaniyên ku hewl dane bi xwîn, şer û zilmê li ser piya bimînin, çûne ser sergoyê dîrokê. Piştî êrîşên ku birine ser başûrê Kurdistanê, êrîş birine ser Rojava û Şengalê, li Bakur bi sedan Kurd hatine binçavkirin. Tevahiya mafên demokratîk bi hinceta ‘beka’yê hatine beralîkirin. Tevahiya van kirinan pêngavên plana têkbirinê ne û li tevahiya herêmên Kurdistanê li hemberî Kurdan vê planê disepînin.   PDK teng difirkire   Bi beşdarbûn û hevkariya PDK’ê ya van polîtîkayên ku eniya faşîst ji bo mayîna xwe disepîne jî ji bo kurdan yek ji şaşiyên herî mezin ên dîrokê ye. Hêvîkirina ji desthilatdariyeke ku dijminatiya kurdan dike û diyar e ku dê di demeke kin de biçe, hevkariya bi wan re, serperiştiya dijminatiya di nava kurdan de tu caran, tu tiştek li Kurdan zêde nekiriye.  PDK’yê di çarçoveyeke teng de difikire, li berjewendiyên xwe bi tenê difikire.  Berjewendiyên neteweyî bi her awayî radestî desthilatdariyeke ku dijminatiya Kurdan dike, dike. Divê ev PDK demildest ji vê şaşiyê vegere û ji bo berjewendiyên neteweyî, li gel kuran cihê xwe bigire.   Bila dawî li îxanetê bînin’   Wek jinên kurd, piştî têkoşîna xwe ya nîvsedsalekê me ev yek baş dît; şer herî zêde li ser me jinan bandorê dike. Di rewşeke ku mîlîtarîzm tê pêşxistin de, îxanet li her dere ye.  Pêşiyê ji me jinan re ewlehî, xwarin û azadî nîne! Ezmûnên cîhanê nîşanî me dan ku şer bi tenê ne meseleyeke li serê çiyan e û tu şerek tune ye ku li ser bedena jinê nayê meşandin. Ji ber vê yekê ye ku jinên kurd, dayîk, li qadan, li kolanan ji bo ku bibêjin ‘Aştiyeke Birûmet, Li ber xwe didin û berdêlan didin. Li Şengalê, li Rojava û li her buhista Kurdistanê, jin ji vê mîlîtarîzmê re, ji şerê ku bi desthilatdariya mêr tê meşandin re dibêjin êdî bes e.  Ligel rastiya ku şer herî zêde li jin û zarokan dide, wek jinên kurd, em careke din dibêjin; Divê şerê ku li başûrê Kurdistanê tê kirin demildest bê sekinandin, Pirsgirêka kurdan bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin û demildest dev ji xeta îxanetê were berdan.”