Jin li Efrînê dibin hedef: Divê li bajêr lêkolîn bên kirin 2022-04-20 09:30:34   AMED -  Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Şêrîn Hesen, diyar kir ku pêkhateya demokrafîk a Efrînê ku beriya dagirkeriyê bajarê jinan bû, hatiye guhertin û jin dibin hedef û got: “Dixwazin bi revandin, hedefgirtin, binçavkirinan berxwedana jinan di bin siya xwe de bihêlin. Em bang li parêzvanên mafên mirovan ên ji çar aliyên cîhanê dikin ku û çavdêriya herêmê bikin."    Tirkiye û komên girêdayî wî di 20’ê çileya 2018’an de êrîşî Efrînê ku kirin û piştî êrîşên dagirkeriyê li ber çavên hemû cîhanê gelek sûcên li dijî morivahiyê li bajêr hatin kirin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê piştî êrîşa dagirkeriyê 300 hezar kes hatin koçberkirin û nêzî 450 hezar welatiyên biyanî jî li Efrînê hatin bi cih kirin. Dîsa li gorî daneyan di navbera 18’ê adara 2018 û 25’ê cotmeha 2021’ê de li bajêr 84 jin hatin qetilkirin, 6 ji wan dawî li jiyana xwe anîn û 71 jin bi destdirêjiyê re rûbirû man. Li gorî agahiyên ne fermî, li bajêr bi sedan jin ji aliyê komên çete ve hatin revandin.    Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Şêrîn Hesen, têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê yên Dewleta Tirk û komên girêdayî wî yên li Efrînê û bi taybet revandina jinan nirxand.    ‘Hedefa sereke ya van polîtîkayan bi taybetî jin e’   Şêrîn, bi bîr xist ku li Efrînê piştî berxwedana 58 rojan neçar ma ku bajêrê xwe biterikîne û diyar kir ku êrîşên li dijî bajêr armancên cuda ne û got: “Dema êrîş dikirin digotin ‘Li Efrînê terorîst hene’. Li aliyê din Tirkiyê îdîa kir ku sînorên wê ne ewle ne û li Efrînê jiyaneke wekhen nîne. Ev nêzî 5 sal in em neçar man ji Efrînê derkevin. Polîtîqayên ku li bajêr tên meşandin bêexlaqî û neqanûnî ne. Em ji xwezayê bigirin, li dijî cihên dîrokî û welatiyên ku neçar dimînin li wir bimînin ku tên kirin ne rêzê ne. Hedefa sereke ya van polîtîqayan bi taybetî jin e.”   ‘Beriya dagirkeriyê bajarê jinan bû’   Şêrîn, diyar kir ku beriya ku Tirkiye êrîşê Efrînê bike, li bajêr Rêveberiya Xweser hebû û wiha domand: “Efrîn weke bajarekî jinan dihat hesibandin. Di avakirina şoreşê de rengê jinê li pêş bû. Lê belê dema em niha lê dinêrin, dixwazin bi revandin, hedefgirtin û binçavkirina jinan nasnameya Efrînê ya ku bajarê jinan e biguherînin. Bi tevî vê dixwazin siyê li ser berxwedana jinê bixin. Ji ber ku naxwazin jina azad xwedî vîn, ji bo ax û nasnameya xwe têdikoşe qebûl bikin. Bi kurtasî ev polîtîqayên êrîşkar ên li Efrînê tên kirin tê wateya ku ji jina azad tolê bigirin. Dema ku em li dîroka bajêr dinêrin, em dibînin ku bi xwezayê re entegre dibe û li gorî wê qadên jiyanê diafirîne. Em dizanin ku cenazeyê Barîn Kobanê ya di hefteya destpêkê ya êrîşên li ser Efrînê de şehîd bibû rastî êrîşan hat. Bi vê êrîşê re dihat xwestin ku peyama ‘Heke hûn hewl bidin jina azad biafirînin, em ê ji bo koletiya we bi her awayî hewl bidin’."    ‘Em bi biryar in ku vegerin Efrînê’    Şêrîn, destnîşan kir ku bi weşandina wêneyên êrîşên li ser cenazeyê Barîn Kobanê xwestin vîna jinên kurd tune bikin û wiha pêlda axaftina xwe: “Belê êrîşên giran li ser bedena jinê heye, lê berxwedaneke mezin jî heye. Em weke jinên kurd hêza xwe ji çiya û xwezaya xwe digirin. Em bi biryar in ku carekedin vegerin Efrînê û li wir bijîn. Armanca sereke ya êrîşan ne tenê dagirkirina Efrînê bû, di heman demê de têkbirina pêkhateya demografiya herêmê bû. Beriya êrîşan ji sedî 98 kurd bûn, lê dema em niha lê dinêrin tenê ji sedî 15 kurd in. Hemû kesên ku niha li wir dijîn ji kesên ku ji derdorê hatine anîn pêk tê. Û dixwazin wan bikin xwediyê Efrînê.”   ‘Dixwazin tirsê ava bikin’   Şêrîn, bal kişad ser pirsgirêkên gelên li Efrînê dijîn û ev tiştan got: “Kesên ku bi me re têkiliyê de ne dibêjin ku ew di xetereyê de ne. Lê dibêjin, îhtîmal heye ku çeteyên ku li bahêr dijîn her kêlî bên malên xwe. Sedema girtina hemû jinên hatine binçavkirin jî ew e ku berê bi Rêvebiriya Xweser re kar kirine. Bi binçavkirinan re hewl tê dayîn ku tirsê li ser gelê kurd li wir çêbikin.”   ‘Jin li ber çavên zarokên xwe rastî êrîş û îşkenceyê tên’   Şêrîn, bêdengiya dewletên cîhanê ya li hemberî êrîş û polîtîqayên talanê yên li ser Efrînê rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bêdengî tê wateya piştgiriya çeye û talankeran. Her ku tiştek li dijî berjewendiyên wan derkeve, wê demê deng tê bilindkirin. Em niha polîtîqayên dijmirovahî yênli Efrînê tên meşandin radigihînin û piştre ji rêxistinên mafên mirovan re dişînin. Lê tevî hemû raporên me jî em dibînin ku parêzvanên mafên mirovan û dewletên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) tu gat neavêtine. Em vê bêdengiyê şermezar dikin. Hejmara jinên ku li Efrînê hatine revandin nayê zanîn. Ev hejmar bi sedan e, lê ne diyar e. Tirseke mezin li bajêr çêbûye. Em dizanin ku piraniya jinen hatine revandin tevî zarokên xwe hatine revandin. Li gorî daneyên ku di destên me de ne, 29 jinên ku li Efrînê di girtîgehê de ne, li gel zarokên xwe dimînin. Jin li ber çavên zarokên xwe rastî êrîş û îşkenceyê tên. Helbet em dizanin ku hejmara jinên girtî zêdetir e.”   ‘Divê parêzvanên mafên mirovan çavdêriyê bikin’   Şêrîn, band li parêzvanên mafên mirovan bi taybetî jî rêxistinên jinan û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta ku êrîşên li ser Efrînê berdewam bikin em ê vegerin bajêr. Em dixwazin parêzvanên mafên mirovan werin bajêr û bibînin ku çi diqewime. Em weke gelê Efrînê dixwazin li ser xaka xwe bi azad bijîn. Li aliyê din em dizanin ku yekane pergala ku wê Efrînê vegerîne sîstema neteweya demokratîk e.”