Malbatên girtiyan li ber girtîgehê banga xwedîderketina li nobetê kirin 2022-04-19 14:22:51     AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan 151 roj in didome. Çalakiya îro li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê pêk hat û banga piştevaniya nobetê hat kirin.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan 148 roj in didome. Malbatan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan û rewşa girtiyên nexweş. Çalakiya malbatan îro li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî dan.    Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê, rêxistinên navçeyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknaz Uca û Remziye Tosun, Rêxistina HDP’ê yên Erxenî, Peyas û Rezanê beşdarî çalakiyê bûn.   Încî Guler di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku bila êdî dengê wan were bihîstin û wiha axivî: “Zext û îşkenceya li ser girtiyan her diçe zêdetir dibe. Heya ku ew binpêkirin û îşkence bi dawî bibe dê em li qadan bin."    Reşahat Ada jî bang li hemû sazî û rêxistinên sîvîl û partiyên siyasî kir û wiha got: "Divê xwedî li girtigehan were derketin û kesên ku mafê mirovan diparêzim û xwedî bi wîjdanbin bila tevlî nobeta me bibin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq hiqûq û edalet" bi dawî bû.