'Divê hikûmeta Iraqê li gorî berjewendiyên gel tevbigere' 2022-04-19 13:56:23     ŞENGAL - TAJÊ bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşand êrîşên li ser Şengalên ên Hikûmeta Iraqê şermezar kirin û got, "Em bang li hikumeta Kazimî û Bexdayê dikin ku neyên lîstikan,  Îrq bi giştî di nava rewşeke aloz de ye. Divê hikumeta Kazimî û Bexdayê li gorî berjewandiya gelên Iraqê tevbigerin ne li dijî gelên wê."    Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşand bal kişand ser êrîşên Hikûmeta Iraqê ên li ser Şengalê û got, "Em weke dayîk û jinên li Êzidxanê dibêjin ev axa ku bi xwîna zarokên me hatiye parastin bi hêsanî ji kesî re nahêlin. Bi hezaran salan e ji bo tunekirina me her dem êrîş li ser em hatine kirin. Lê belê civakeke ku careke tama azadiyê girtiye tu car serê xwe ji êrîşan re natewîne. Em jî yek ji van civakan e ku me tama azadiyê girtiye û em tu carî li hember êrîşan bê deng nemînin û serê xwe natewînin."   Berdewamiya daxuyaniya TAJÊ wiha ye:   "Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li pêşberê çavê hemû cîhanê li ser axa me ya pîroz û li dijî civaka me ya êzidî fermanek hat kirin. ev fermna bi armanca tunekirina baweriya êzidiyatiyê bû. lê belê bi berxwedanana gêrîllayên kurdistanê ku xwe gihandin hewara me ev pilanên qirêj ên ku hemû dewletan tê de cih girtin ku di nav de PDK jî heyî  vala hate derxistin û nehêştin bigha armanca xwe.    Ji bo parastina vê axê û vê baweriyê zarokên me çek girtin û Hêza  Parastinê ya Ezidxanê ava kirin. Dewletên dagirker bi taybet Tirkiyê û hêzin PDK’ê ji bo ku heyfa têkçûna xwe di 3’ê Tebaxa 2014’an de hilînin di 9’ê cotmeha 2019’an de peymanek imze kirin. Ev peyam bi hemû xalên xwe li dijî îradeya civaka me bû. Lê dîsa bi berxwedaniya civaka me û dayîkên me ev Peyman ne gihît armanca xwe.   Ji bo vê peymanê serî li her rêbazê dan   Lê belê Enqera, Bexda û PDK’ê ji bo ku vê peymanê bi cih bînin serî li hemû rêbazan dan. Herî dawî jî duh hêzên  bi ser hikumeta kazimî ve hewl dan seytereya hêzin me ya Asayîşa Êzidxanê ku li gundê Digurê ye bigrin. Ev hêz bê ku dan û sitandina bikin bi ser asayîşa me ve çûn. Ji bo parastina xwe û axa xwe Asayîşa me bersiv da. Di encam de sivîl birîndar bûn.   Ev êrîşa ku ji aliya hêzên hikumeta Kazimî ve hatiye kirin ne teseduf e. Her kes dizane ku dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê  di 17’ê vê mehê de êrîş birine ser çiyayên başurê Kurdistanê. Ev êrîşa ku li Şengalê jî hatiye kirin ji wê pilana qirêj ne qute. Armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku axa Kurditanê û İraqê perçe perçe bike. Lê mixabin ev yek jî bi destê hêzin PDK’ê  tên kirin. Niha jî dewleta tirk a dagirker û PDK dixwezin van pilanan bi riya artîşa İraqê  li Şengalê pêk bînin.   Em bang li hikumeta Kazimî û Bexdayê dikin ku nebin desteka vê pilana qirêj. Bila neyê lîstokên dewletên dagirker. Îrq bi giştî di nava rewşeke aloz de ye, ev rewş bila kur nebe. Lewma lazime hikumeta Kazimî û Bexdayê li gorî berjewandiya gelên İraqê tevbigerin ne li dijî gelan.    Hemû êrîş di rojên me yên pîroz de hatine kirin   Her wiha em nêzî cejna  me ya pîroz cejna Çarşema Serê Nîsanê dibin. Ev êrîşa ku di van rojên pîroz de hatiye kirin em weke pîvaneke dij ehlaqî dibînin. Hemû êrîşên li ser civaka me di rojên me yên pîroz de tên kirin. Ev hemû ne teseduf in. Em vê weke êrîşa li ser bawriya êzidyatî, hebûna iradeya civaka xwe dibînin.    Di dawiyê de em weke dayîk û jinên li Êzidxanê dibêjin ev axa ku bi xwîna zarokên me hatiye parastin bi hêsanî ji kesî re nahêlin. Bi hezaran salan e ji bo tunekirina me her dem êrîş li ser em hatine kirin. Lê belê civakeke ku careke tama azadiyê girtiye tu car serê xwe ji êrîşan re natewîne. Em jî yek ji van civakan e ku me tama azadiyê girtiye em ê tu car li hember êrîşan bê deng nemînin û serê xwe jî natewînin. Weke dayîkên êzidxanê em ê bibin mertalên li pêşiya hewldanên tunekirina civaka xwe."