‘Bi lêkirina dîwar kurdan ji hevdû qut dikin' 2022-04-19 09:14:06   Yara Kendeş   KOBANÊ - Ji Rêveberiya Qada Civakî ya Jin a Kongereya Star a Kantona Kobanê, Hêlîn Hemû di derbarê lêkirina dîwar û êrişan de axivî û û got: "Em ê dê li dijî her êrişê li ber xwe bidin, têkoşîna xwe bilind bikin û şoreşa xwe berfirehtir bikin."    Di çarçoveya berdewamiya peymana 9’ê Cotmeha 2020’an pêkhatiye de, Artêşa Iraqê bi hevkariya hêzên PDK’ê ji nîvê adarê ve di navbera Şengalê û Rojava de, bi dirêjahiya 250 km û bilindahiya 4 metreyan dîwarekî lê dike. Hikûmeta Iraqê beriya niha biryar da bû ku di navbera gundên êzidiyan û Ereban de têl bike û rê nede hatin û çûn di navbera herdû herêman de pêkwere. Ligel nîqaşên ku li ser dîwer dihat kirin Arteşa Iraqê êrişê Şengalê kir.    Derbarê vê mijarê de Hêvîn Hemû Rêveberiya Qada Civakî  ya Jin a Kongereya Star a Kantona Kobanê ji ajansa me re wiha nêrîna xwe anî ziman.   ‘Armanca dagirkeriyê rêgirtina di navbera gelan’   Hêvînê di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser lêkirina dîwar a di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê û wiha pêde çû: “Em niha dibînin ku aniha lêkirina diwar a di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ew lêkirina dîwar ji xwe armanca wê girtina rê di navbera me û Başûr. Ji bo xwedî derketin me li çiyayê çê ne be, em dibînin niha êrîş li ser çiya hene. Ev yek jî bi hevkariya Dewleta Tirk û Hikûmeta Başûr, her wiha Bexda jî. Hikûmeta Başûr ne hikûmeteke azad bi ser xwe ye, ewqas beregehên dewleta tirk di nava wan de ye. Ji bo vê yekê dîwar lê dikin, her wiha armanca duyemîn jî girtina rê di navbera Şengal û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê.”   ‘Dixwezin vîn û hêza gelan bişkînin’   Hêvînê di nava axaftina xwe de bibîrxist ku ew fermana di sala 2014’an de a li ser Şengalê de hatibû û wiha got: “Di sala 2014’an de ew fermana ku bi ser Şengalê de hat, Hikûmeta Başûr xwedî li gelê Şengalê derneket. Heya roja îro em dibînin ku hinek kesên ku revandî ne, di wê demê de xwedî derketin li Şengalê çênebû. Piştî ku Şengal rizgar bû, piştî ku xwe bi xwe rêve bir, xwe ava kir li ser xwe sekini. Ev yek neket berjewendiya Hikûmeta Başûr û ne jî li gor berjewendiya dewleta tirk. Ev jî armanca herî serke ye ji bo lêkirina  dîwar bi rastî, ji ber vê yekê sînor li ber rojavayê Kurdistanê û Başûr hat dayin. Her wiha qutbûyinek di navbera kurdan de bê çêkirin, ku hêz û vîna gel bê şikandin.”   ‘Em ê bi projeya Netewa Demoqratîk rê li ber dagirkeriyê bigirin’   Hêvînê di dawiya axaftina de diyar kir ku ew bi projeya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxistiye holê bimeşin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bi pêkhateyên xwe giştî, çi kurd, ereb, sûriyan, çerkes, aşûr bi hev re  rê li ber rê û rêbazên dagikeriyê bigirin. Weke jin û dayik em ê li dijî van kiriyarên dijî mafê mirovan bigirin. Em ê dê li dijî her êrişê li ber xwe bidin, têkoşîna xwe bilind bikin û şoreşa xwe berfireh tir bikin.”