Pakîstan Bîlen: Neyekbûn me berbi tunebûnê ve dibe 2022-04-19 09:02:51   Medya Uren    AMED - Endama Kordînasyona Meclîsa Îştarê Pakîstan Bîlen bertek nîşanî helwesta PDK'ê da û got: "Nêzikatiyên PDK’ê hêz dide êrişan. Neyekbûn me ber bi tunebûnê ve dibe. Tasfiyekirina Mexmûr wê bibe dawiya wan jî."   2 sal in li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), ambargoyek heye. 29 sal in wargeh di bin statûya penabertiyê de ne. Wargeha ku ji salên 1998’an heta îro di bin sîwaneya Yekitiyên Netewî (NY) de ye, gelek caran bi êrişên hewayî yên Dewleta Tirk re rûbirû maye û bi dehan welatî hatiye qetilkirin. Ambargo, êriş û bêdengiya NY'ê bûye para Mexmûrê. Endama Kordînasyona Meclîsa Îştarê Pakîstan Bîlen têkildarê geşedanên siyasî û rewşa wargehê ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.    ‘Armanc nasnameyek azad e’ Pakîstan di destpêkê de geşedanên li Mexmûrê rû didin parve kir û got: “Ji bo Gelê Kurd û Rojhilata Navîn Mexmûr xwedî wateyek mezin e. Mexmûr li dijî êriş û gefên dewleta Tirkiyeyê serhildanek bû û hîna jî ew serhildan berdewam dike. Wan îxanetê qebûl nekir û ji bo azadiya rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û ji bo nasnameyek azad, 29 sal in di statûya penaberiyê de di bin şert û mercên zehmet de dijîn. Ji salên 2019’î ve li hemberî wargehê ambargoyek hatiye danîn. Ev jî bi hevkariya PDK’ê, hikûmeta herêmê û Tirkiyê pêk tê. Ji bo em dev ji vîna xwe û armancên xwe berdin, ji bo wargehê tasfiye bikin hemû rê û rêbazan bikartînin.”   'Bi ambargoyê de jiyan zehmetir bû'   Pakîstan got êriş bi ambargoyê sînor nîne û wiha berdewam kir: “Zoriyên ambargo bi xwe re anîn gelek in. Bi taybetî jî di aliyê aborî, tendirustî û ewlehiyê de. Ev jî ji bo jiyanê xalên girîng in. Gelek ciwanên me ji bo debara malbatê neçarman ji wargehê derbikevin û di rê de yan hatin girtin, an jî di rêyên ku bikaranîne de qeze derbazkirin û jiyana xwe ji dest dan. Ji dema ambargoyê ve bi dehan ciwan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan ciwan ji hatine girtin. Ango 2 nîştecihên Mexmûr jî di bin çavan de jiyana xwe ji dest dan. Gelek welatiyên me ên ku li Hewlêrê dixebitin bi gefên PDK’ê re rû bi rû ne. Di aliyê tendirustiyê de jî bi heman rengî jiyana gelek welatiyan di bin metirsiyê de ye. Gelek jin zarokên wan ji ber çûn. Gelek kesên nexweşiya kronîk bi wan re hene jî nikarin tedawî bibin. Di rewşek awarte de jî nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyê.”   ‘Piştgirên wan êrişan zêde ne'   Pakîstan got rewşa ewlehiyê bi serê xwe cihê metirsiyê ye û wiha bi lêv kir: “Heya niha gelek êriş û hewildanên dewleta tirkiyê û çeteyên DAIŞ’ê çêbûn. Balefirên tirk êrişên hewayî û çeteyên DAIŞ’ê jî ji reşahiyê êrişê li wargehê kirin. Bi dehan welatî jiyana xwe dest dan. Di aliyê derûnî de jî texrîbatên mezin bi xwe re dihêle. Zarokên me di nava dengê tang û topan de dijîn. Herî zêde jî zarokên me bandor dibin. Lewra bêdengiya heyî jî nîşa dide ku piştgirên van êrişan zêde ne. Ji bo me jî armanca me dûrbixin êrişên qirêj didin meşandin.”   ‘NY jî berpirsê êrişan e'    Pakîstan bi bîrxist ku Mexmûr di bin parastina NY de ye û wiha axivî: “Wargehek penaberan a ku di bin parastina NY ê de be pêwîste were parastin. Ew ji hemû êrişên ku tên kirin berpirsin. Bi heman rengî Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Hewlêr jî berpirsyar e. Lewra ligel ambargoya bi salane berdewam dike û êrişên pêktên jî kes deng dernaxe. Êriş bi awayek plankirî pêk tên. Di êrişên dawî de jî şiga kîmyabaranê hebû lê belê lêkolînek berfireh pêknehat.”   ‘Em banga yekitiya neteweyî dikin'    Pakîstan, di axaftina xwe de wiha behsa nêzikariya PDK'ê kir: "Nêzikatiyên PDK’ê hêz dide êrişan. Neyekbûn me ber bi tunebûnê ve dibe. Dijmin jî bi piştgermî êrişên xwe pêktîne. Pêwîste PDK van yekan berçav bigire. Tasfiyekirina Mexmûr wê bibe dawiya wan jî. Pêwîste li gor bejwendiyên xwe tenê tevnegerin. Em cardin banga yekitiyê dikin. Encex wê bi wî rengî serkeftina me pêkan be.”   'Emê bi rêxistinî bi ser kevin'   Pakîstan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Wê kes bi êrişên qirêj nikarin me tasfiye bike. Armanca me diyar e. Azadiya Birêz Abdullah Ocalan ji bo me xeta sor e. Azadiyek bê wî nayê fikirîn. Divê armanca Gelê Kurd hemû jî ev be. Li ser vê esasê divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Bi taybetî jî jina rêxistinkirî tê wateya civaka rêxistinkirî. Em ê bi vê rêxistinê bikaribin bi ser kevin.”