ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-19 09:01:51     *Endama Kordînasyona Meclîsa Îştarê Pakîstan Bîlen bertek nîşanî helwesta PDK'ê da û got: "Nêzikatiyên PDK’ê hêz dide êrişan. Neyekbûn me ber bi tunebûnê ve dibe. Tasfiyekirina Mexmûr wê bibe dawiya wan jî." BI DÎMEN    *Welatiyên li taxa Bulak dijîn diyar kirin ku ava kanalîzasyona ku havînê dihertike çem, taxa wan jehrî dike û bang li rayedaran kirin. DÎMEN HEYE   * Hunermend Kalben bertek nîşanê doza girtina KCDP’ê da û diyar kir ku ev şerma hemû kesiye û peyama ‘Hûnê tu car tenê nemeşin’ da jinan. BI DÎMEN   *Xizmên girtiyan ku li dijî binpêkirinên mafan û mirinên li girtîgehan bidawî bibin Nobeda Edeletê didomînin û diyar dikin ku zarokên wan tehdîdên mirinê digirin û ji ber vê divê her kes xwedî li girtiyan û "Nobetên Edeletê" derkevin. BI DÎMEN    *Rêveberiya Yekîtiya Êzdiyên Efrînê Ayşe Sîdo têkildarî lêkirina dîwarê şermê ya ku di navbera Şengalê û Rojava de axivî û got: "Hikûmeta PDK'ê jî hevkarê dewleta tirk a dagirker dik. Li hember sûcên dewleta tirk a dagirker civaka navnetewî bê deng e."BI DÎMEN    *Ji Rêveberiya Qada Civakî ya Jin a Kongereya Star a Kantona Kobanê, Hêlîn Hemû di derbarê lêkirina dîwar û êrişan de axivî û û got: "Em ê dê li dijî her êrişê li ber xwe bidin, têkoşîna xwe bilind bikin û şoreşa xwe berfirehtir bikin." BI DÎMEN    *Hunermenda NÇM’ê Baran Bozyel diyar kir ku tu car li dijî zextên li ser zimanê Gelê Kurd serî netewandine û da zanîn ku dengê Nudem Durak ya ji ber strana Kurdî got û 7 sale girtiye, dengê hemû Gelê Kurde û divê her kes ji bo Nudemê bikeve tevgerê.