'Nobeta Edaletê' ya li Îzmîrê 47 roj in didome 2022-04-18 17:06:11   ÎZMÎR - Li Îzmîrê "Nobeda Edaletê" 47 roj in didome. Malbatan diyar kirin ku heta edalet bicih were dê dest ji têkoşîna xwe bernedin.     "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 47’emîn de berdewam kir. Malbat li ber avahiya baroyê kom bûn. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê serdana malbatan kirin. Malbatan pêşmalkên “Deng bide zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kirin.     Hanim Sever a dayika Medet Sever ê li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê girtî ye axivî û diyar kir ku li girtîgehan her roja ku diçe tecrîd kûrtir dibe û hem li derve hem li hundir zext zêde bûne û dema ew van zextan dibînin ka bê edalet çiqas girîng û bi wate ye. Medet destnîşan kir ku heta ku daxwaza wan edaletê bicih were dê çalakiyên xwe bidomînin û dest ji têkoşîna xwe bernedin û dê li dijî zilmê berxwedana wan jî mezintir bibe.     Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin jî anî ziman ku edalet ji bo her kesî hewce ye û got: “Edalet bi rakirina tecrîdê pêkane ku bicih were. Divê her kes destekê bide malbatên girtiyan û li dijî zilmê derkeve. Têkoşîna malbatan a edaletê hêja ye û em li cem dayikan in.”