KON-MED: Tirkiye bi êrişan hiqûqa navneteweyî binpê dike 2022-04-18 09:39:23   NAVENDA NÛÇEYAN - KON-MED'ê ragihand, ku dewleta Tirk bi êrişên hewayî û bejahî careke din hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.   Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk da.   Daxuyaniya KON-MED'ê wiha ne:   "Dewleta Tirk a mêtinger li pêş çavên tevahiya cîhanê bi polîtîkayên qirkirinê Kurdistanê dagir dike û êrişên li dijî gelê Kurd dewam dike. Bi van êrişan dixwaze gelê Kurd bêstatu bihêle û destketiyan tune bike. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê û bi piştgiriya hêzên navneteweyî dixwaze encamê bi dest bixe. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li her qadê gelê me di Newroza 2022'an de rabû serhildanê û bersiva herî mezin da. Dagirkerên ku nekarîn xwe li vê rabigirin destpêkê li zindanan êrişî girtiyên siyasî yên dîlgirtî kirin û komkujî kirin. Niha jî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin û dixwazin berxwedana gerîla bişikînin.   Li dijî van hemû êrişan, Gerîlayên Azadiyê ku li çar parçeyên Kurdistanê yekane hêviya gelê Kurd e, berxwedaneke destanî nîşan didin û gelê Kurdistanê û destketiyên wan diparêzin. Dewleta Tirk a dagirker di van êrişên dagirkeriyê yên bêexlaq de bombeyan li gundan dibarîne û komkujiyan dike. Bi êrişên heyî yên hewayî û bejahî re dewleta Tirk a dagirker careke din hiqûqa navneteweyî binpê dike û sûcê şer dike.   Gelê Kurd wê li hemberî van êrişan xwedî li zarokên xwe derkeve, li dijî dagirkerî, şerê qirkirinê û xiyaneta PDK'ê li her qadê bênavber li ber xwe bide.   Li ser vê bingehê bi navê KON-MED'ê em bang li gelê xwe yê li Elmanyayê dikin û hemû dostên xwe yên dijberên şer dikin ku bi ruhê seferberiyê beşdarî çalakiyên 18'ê Nîsanê bibin."