‘Ji mirinan dewlet berpirse’ 2022-04-18 09:19:30   Oznur Deger   ENQERE - Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut  da zanîn ku dewlet ji mirinên li girtîgehan tên jiyîn berpirse û wiha vegot: “heta berpirs neyên darizandin û civak xwedî li girtîgehan dernekeve wê mirin li girtîgehan bidome.”   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û tecrîdê bandor li ser hemû girtîgehan kiriye. Girtiyên ku şertên dermankirina wan nayên peydakirin û wekê ku întîxar kirine nîşan didin, di pêvajoya dawî de ji ber îşkenceyê mafê jiyana girtiyan ji dest tên girtin. Li girtîgeha Tîpa L ya Hejmar 5 a Sîlîvriyê girtiyê bi navê Ferhat Yilmaz bi îşkencê ji aliyê gardiyanan ve hat qetilkirin û  hat rojevê ku gelek girtî ber bi întîharê ve tên dafdan.   Dîmenên Ferhat yên li nexweşxaneyê hatibûn kişandin nîşan didin ku bi îşkencê hatiye qetilkirin, lê rêveberiya girtîgehê bi îdiaya wekê krîza dil derbas kiriye, hewl dan ser mirinê bigirin. Di rapora mirinê de ‘nexweşiya şewbê’ hatiye nivîsîn û vê jî naqokî zelaltir kirin.  Dozgeriyê di daxuyaniya da de hemû îşkenceya ku hatiye kirin ji nedîtî ve hat. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut jî der barê pêvajoya dawî ya li girtîgehan de nirxandin kir.   ‘Ji her pêkanînê dewlet berpirse’   Sevîlê diyar kir ku dewleta ku ji hemû mafên jiyanê ya girtiyan berpirse, hewl dide ser hemû binpêkirinên mafan, îşkenceya li girtîgehan bigire û wiha daxuyand: “Li şûna ku ser îşkencê bigire divê derbarê peywirdaran de lêpirsînê bike, bidarizîne ku êdî vê cesaretê negirin. Li girtîgeha Sîlîvriyê Ferhat Yilmaz jiyana xwe ji dest da. Li gelek girtîgehan heman rewş tê jiyîn.  Şertên jiyana girtiyan roj bi roj giran dibe. Ji her pêkanîna ku bê serê girtiyan dewlet berpirse. Heta ku berpirs neyên darizandin û civak xwedî li girtîyan dernekeve wê agahiyên mirinê ji girtîgehan bên.”   Daxwazên edeletê   Sevîlê di dirêjiya axaftina xwe ev tişt got: “Di sê mehên ewil yên 2022’an de 15 girtiyî jiyana xwe ji dest da. Hinek bi guman hinek jî ji ber nehatin dermankirinn. Çalakiya xizmên girtiyan didome. Li  welat her alî, karker, kedkar, xwendekar daxwazên xwe li derve bi awayekî tîninz iman. Dema daxwazên xwe tînin ziman bi zextan re tên rû hev. Niha gelek dê û bav bi daxwaza edeletê li kolanane. Malbata Şenyaşar saleke li edeletê digere. Malbata Gulîstan Doku du sal e li kolanan li edeletê digere. “   ‘Daxuyaniyên me tên derewandin’   Sevîlê wiha dirêjî dayê: “Gelek girtî surgunê girtîgehên ji malbata wan dur tên kirin. Ev jî polîtîkayeke. Em ÎHD sê mehan carê  û salê carekê raporên xwe yên der barê girtîgehan de diweşînin. Em daxwazan tînin ziman. Lê mixabin li me venagerin. Daxuyaniyên me ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Cezayê ve tên derewandin û di mijara çareseriyê de tiştek nayê kirin.”   ‘Bûne wek malên mirinê’   Sevîlê destnîşan kir ku di demên dawî de girtîgeh wek malên mirinê tên binavkirin û girtî bi awayekî ne adîlane tên darizandin û girtin. Sevîlê di vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Îdare bi awayekî kêfî tevdigere û cezayên girtiyan zêde dikin. Koxuş biçûk in. Li şûna divê 10 kes bimînin 30 kesî dikinê. Şertên paqijiyê tune ne. Mafên xwe gîhandina dermankirinê tune ye. înfazên girtyan dişewitînin û hewl didin pêvajoya girtina wan dirêj bikin. Ji ber vê divê ne tenê malbat, hemû civak dengê girtiyan bibihîzin. Dvê bi awayekî kolektîf bertek bê nîşandan. Berê li girtîgehê kesek bimra bi hezaran kes dadiketin kolanan.  Lê îro  ji bilî parêzvanên maf û malbatan tu kes tiştekî nake. Malbatên girtiyan bi vê zilmê re tenê hatine hiştin. Lê ev der Tirkiyeye. Riya her kesî dikare bi girtîgehê keve. Divê em zilma tê kirin bibînin û li hember derkevin.”   ‘Hewl didin serê bûyerê bigirin’   Sevîlê balkişand ser îşkence û qetilkirina girtiyan li Sîlîvriyê û ev tişt destnîşan kir: “Me daxuyaniyên der barê rewşê de dan û got divê hesabê bê dayîn, yên vê zilmê dikin bên darizandin. Em wek ÎHD çi ji destê me tê dikin. Lê hewl tê dayîn ku ser bûyeran bê girtin.   Divê der barê midûr, peywirdar û rayedarên berpirs de lêpirsînek bi bandor bê meşandin û darizandinek pêk bê.  Heta ev pêkanîn neyên kirin jî wê cesaretê ji vê bigirin.”