'Divê dadgeha ku DAIŞ’iyan bidarizîne bê avakirin' 2022-04-18 09:02:03   ÎZMÎR - Parêzera Yazda Natia Navrouzov Rewşa jina êzidî Rojda ya li Enqereyê ye, rewşa jinên êzidî ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin û nêzîkatiya dewletan anî rojevê û der barêrê rewşê de axivî û diyar kir ku divê rayedarên Tirk ji bo dîtina DAIŞ’iyan bikevin tevgerê û dadgehek navneteweyî ya ji bo ku DAIŞ’î bên darizandin bê avakirin.   DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi hezaran êzdî qetil kirin û bi hezaran revandin. Bi hezaran êzidî jî ji ber fermanê neçar man axa xwe terk bikin. Bi hezaran kesên hatin revandin û agahî ji wan nayê girtin hene. Piranî ji van jî jinin. Jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin. Di encama têkoşîna malbat û hewldanên saziyên navneteweyî û rayedaran de tên dîtin. Yek ji van jinan jî Rojda ye û di rojên borî de li Enqereyê hat dîtin. Malbata Rojdayê ya niha li Kanadayê ye 8 hezar dolar da û keça xwe xilas kirin. Xilaskirina Rojdayê rewşa jinên êzidî anî rojevê.   Parêzera rêxistina civakî Yazda ya navenda wê li DYA’yê ye û der barê êzidiyan de xebatan dimeşîne, parêzer Natîa Navrouzov der barê Rojdayê û êzidiyên hatine revandin û helwestên saziyên navneteweyî de nirxandin kir.   2 hezar û 800 jin hîna winda ne   Natîa diyar kir ku dema êrîşên DAIŞ’ê êrîş kir 7 hezar jin û zarokên êzidî hatine revandin û ji van 2 hezar û 800 jin hîna windane û wiha dirêjî dayê: “Beşek anîn Trkiyeyê û Enqere jî têde li bajarên cuda yên Tirkiyeyê tên girtn. Roja hefteya borî hat dîtin û em fêr bûn ku sê sal bûye li malekê hatiye girtin û di vê pêvajoyê de ji malê derneketiye. Em baş dizanin ku jinên Êzidî li pişt deriyan tên girtin û ji wir nayên derxistin. Em fêrbûn ku ji ber Rojda nexweş bûye firotine malbata wê. Ev jî nîşan dide ji bo jinên widan ku nayê zanîn di kîjan şertan de tên girtin lêgerînek nayê kirin. Dîsa her tişt nîşanê me dide ku divê ji bo dîtina van jinan hewldanek hebe.”   Divê otorîterên Tirkiyeyê bikevin tevgerê   Natîa daxuyakirin ku agahiyên der barê Rojdayê de ji çapemeniyê fêr bûne, lê derbarê endamên DAıŞ’ê de tu nûçe nedîtine û wiha bi lêv kir: “Rayedarên Tirkiyeyê ji rewşê ne agahdar bin jî ji vir şûnde divê bikevin tevgerê. Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran der barê mijarê de pêşnûme daye meclîsê û gotiye Rojda li Enqereyê hatiye dîtin. Ji ber vê divê rayearên Tirkiyeyê vê aşkera bikin.Em vê mijarê û pêvajoya dadgehê dişopînin. Heta niha tu endamekê DAIŞ’ê ji ber bazirganiya jinê nehat lêpirsînkirin. Tenê ji endamtiya rêxistina terorê hatin darizandin. Heta niha li seranserê cîhanê tenê li Almanyayê sûcên li hember Êzidiyan wek sûcên şer û qirkirinê hat darizandin.”   Ne tenê pirsgirêka malbatan e   Natîa destnîşan kir ku endamekê DAIŞ’ê jinek Êzidî biribû Almanyayê û ji ber vê pêvajoya darazê hatiye destpêkirin û axaftina xwe domand: “Hîna jî gelek tiştên bên kirin hene. Malbatên Êzidî û jinên ji DAIŞ’ê hatin xilas kirin dibêjin divê winda bên dîtin gumanbar bên darizandin.Ji bo kesên winda bên dîtin divê Tirkiye, Iraq, Sûriye û Ewropa bi hev re tevbigerin. Ji ber jinên hatine revandin ne tenê li welatekî li gelek welatî wek kole tên firotin. Ji bo dîtina van mirovan divê dewlet bi  hev re tevbigerin. Pirsgirêka windayan tenê ji malbatan re nayê hiştin. Malbat bi êş û elemek mezin li xizmên xwe digerin û bi hezaran dolar xerc bikin. Ev wisa nikare bidome. Divê dewlet vê çareser bikin.”   Bi avakirina dadgehek navnetewî dikare bê çareserkirin   Natîa balkişand ser pirsgirêkê û got pirsgirêk bi mekanîzmayeke darazê ya di bin çavderiya NY’ê de dikare bê çareserkirin û wiha diyar kir: “Girînge ku NY pirsgirêkê çawa çareser dke. Ji ber yên niha dijîn çareseriyek navneteweyî dixwazin. Lê ger ku pirsgirêk di asta navneteweyî de derkeve pêş dikare kên dijîn û qurban tevli pêvajoyê bên kirin. Lê li yek welatekî vê pirsgirêkê çareser bikin wê tevli pêvajoyê nebin. Di 2017’an de peywirdarên NY’ê çûn Iraqê û gotin ji bo çareserkirina pirsgirêkê hatine û piştre li gelek welatî bûn şahidê bûyerê û hîna jî daneyan kom dikin. Lê yek jî bikar neanîn.Ji ber li Iraqê cezayê mirinê heye û ev li dijî krîterên NY’ê. Ger li Iraqê bi pêşengiya NY’ê dadgehek bê avakirin lê ev mekanîzma bûyeran çareser bike.”   Divê dewlet DAIŞ’iyan di bin bana xwe de bidarizînin   Natîa bi lêv kir ku di bin bana NY’ê de avakirinek dadgehê dibe ku demê bigire lê di vê pêvajoyê de her welat dikare endamên DAIŞ’ê yên welatiyên wan e bidarizîne û wiha anî ziman: “Gelo ew girîngiyê nedin vê mijarê wê kî bidê?Li gorî qanûnên NY’ê divê dewlet êrîşê hev nekin, ger êrîş bikin, Konseya Ewropa dikare wan welatan ceza bikin.”   Kampanya girîngin   Natîa di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya kampanyayên tên meşandin û wiha bidawî kir: “Têkoşîna demokrasiyê ya mirov didin meşandin gelek girînge. Çalakiyên li ser çapemeniya civakî û li ser mecrayên cuda gelek watedare. Me dît ku komek biçûk ya li ser çapemeniya civakî bandorek çawa kir. Divê mirov tevli bibin û hêviya xwe winda nekin. Em ji bo zîndîbûna hêviyê dikare mînaka avakirina Yazda bidin. Yazda der barê Nadîa Murad de kampanya da destpêkirin. Di encama vê kampanyayê de Xelata Aştiyê ya Nobelê girt. Dîsa di encama kampanyayên hatin meşandin de her kes Êzidiyan û qirkirina Êzidiyan dizane. Ji ber vê divê têkoşîna me bidome.”