ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-18 09:00:00   *Zeynep Goyus a 77 salî ku li gundê Serbendê yê navçeya Kolikê ya Semsûrê ye, kevneşopiya kofiyê ku parçeyek jî çanda cil û bergên kurdî ye bi salan e diparêze û dixwaze ku ev kevneşopî bê parastin. DÎMEN HEYE   *Şermîn Ertunç ku 5 zarokên wê grtî ne û surgunê bajarên dur hatine kirin diyar kir ku yekane daxwaza wê zarokên wê sewqî girtîgehên nêz bên kirin û got ew di vê cejnê de dixwaze 5 zarokên xwe jî bibîne. DÎMEN HEYE   *Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut  da zanîn ku dewlet ji mirinên li girtîgehan tên jiyîn berpirse û wiha vegot: “heta berpirs neyên darizandin û civak xwedî li girtîgehan dernekeve wê mirin li girtîgehan bidome.” DÎMEN HEYE   *Parêzera Yazda Natia Navrouzov Rewşa jina êzidî Rojda ya li Enqereyê ye, rewşa jinên êzidî ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin û nêzîkatiya dewletan anî rojevê û der barêrê rewşê de axivî û diyar kir ku divê rayedarên Tirk ji bo dîtina DAIŞ’iyan bikevin tevgerê û dadgehek navneteweyî ya ji bo ku DAIŞ’î bên darizandin bê avakirin.