Li Sîlîvriye girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir 2022-04-17 13:13:58     STENBOL - Li Girtîgeha Hejmar 7 a Sîlîvriye 2 girtiyan, ji ber gefên kuştinê ku li wan tên xwarin ji bo 10 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.   Li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L ya Sîlîvriye di encama serdegirtina qawîşan a grdiyanana de ku girtî hatibûn îşkencekirin ji 9 girtiyên ku întîhar li wan hatibû ferzkirin Ferhan Yilmaz di 12'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî ku bûyer hat bihîstin, Heyeta Çavdêriya Girtîgehan a Herêma Marmarayê ku çû girtîgehê diyar kir ku 10 girtiyên hewl dane întîhar bikin sirgûnî girtîgehên cuda cuda hatine kirin.    Dayika girtiyê bi navê Îbrahîm Dînçer Şehnaz Dînçe ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 7 a Sîlîvriyê tê ragirtin, jî diyar kir ku wan di 13’ê nîsanê de bi rêya telefonê hevdîtin kirine û Îbrahîm, di hevdîtinê de qala zext û binpêkirinên li girtîgehê ji wan re kiriye kir.    Li girtîgehan zilm heye   Şehnazê da zanîn ku 15 sal cezayê hepsê li kurê wê hatiye birîn û ev 4 sal in jî di girtîgehê de ye. Şehnazê di berdwamiya axaftina xwe  de bal kişand ser hevdîtina bi kurê xwe re kiribû û wiha got: “Kurê min got ku gardiyanan gefa kuştinê lê xwarine. Li girtîgehê zilm heye. Kurê min got ku xwarina wan kêm tê dayîn, nikarin biçin sporê bikin, gardiyan wan tacîz dikin û zext li ser wan heye. Kurê min da zanîn ku li gel Ferhan Yilmaz, her wiha girtiyeke din jî jiyana xwe ji dest da ye.”    2 girtiyan dest bi grevê kirine   Şehnazê di dirêjiya axaftina xwe de destnîşan kir ku malbatên girtiyên din jî qala binpêkirinan kirine û ev agahî dan: “Girtiyên bi navên Mûrat Akin û Metîn Orman ku li Girtîgeha Hejmar 7 a Sîlîvriyê tên ragirtin, ji bo protestokirina binpêkirinên li girtîgehê ji 16’ê nîsanê ve ji bo 10 rojan ketine greva birçîbûnê.”