'Nobeda Edaletê' ya Malbata Şenyaşar berdewam dike 2022-04-17 11:53:49     RIHA - 'Nobeda Edaletê' ya Malbata Şenyaşar berdewam dike. Di çalakiya nobedê ya îro de ev peyam hat parvekirin: “Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê îro di roja 405’an de berdewam kir. Ji ber di dawiya hefteyê ye edliye nayê vekirin, malbatê çalakiya xwe li Pirsûsê li mala xwe domand.    Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe yê medyaya civakî Walîtiya Rihayê etîket kir û ev peyam da: “Gelo heke komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatiye kirin li bajarekê din bihata kirin, dîsa dê dozger bi heman rengî tevbigeriyan? Kesên ku êrişî ambûlansan kirin û birîndar li ser sedyeyê înfaz kiribûn, hêj jî tên parastin. Qanûn, li Rihayê di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê.”