Jinên efrînî di nav ambargoyê de rojiya xwe digirin 2022-04-17 09:01:24   Sîdra Mamo   ŞEHBA - Jinên efrînî yên ku niha li Wargeha Berxwedanê ya Kantona Şehbayê dijîn, ligel zor û zehmetiyan rojî digirin û gotin: "Li vê derê ambargo heye ji ber vê yekê em zehmetiyan dijîn. Hikûmeta Şamê niha jî hewl dide ku hatina ard asteng bike ku gel bê nan bimîne."    Aloziya Sûriyeyê 11 sal li pey xwe hiştin, lê hîna jî rejîma Sûriyeyê di çareseriya leşkerî de israr dike û siyaseta ambargoyê dewam dike. Bi wê yekê armanc dike şêniyan birçî bihele. Ji beriya 4 salan ve û heta roja îro hikumeta Şamê wê siyasetê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dimeşîne, ku zêdetirî 200 hezar kes li her du taxan dijîn. Her wiha li ser herêmên Şehbayê ku bi sed hezaran koçberên Efrînê û herêmên Şehbayê yên dagirkirî lê hene.   Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye û hilweşîna nirxê pêrê Sûriyê li hemberî dolar, şêniyên herêma Efrînê meha Remezanê bi buhabûneke dijwar derbas dikin. Nikarin pêwîstiyên xwe yên rojane, Remezanê û Cejna Remezanê bikirin. Welatî ligel zor zehmetiyên jiyanî hewl didin ku rojî bigirin.    Têkildarî rewşa heyî de jinên êfrînî yên koçber bûne û niha li Wargeha Berxwedanê dijîn ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser rewşa heyî.    'Ligel tunebûnê em dîsa rojî digirin'    Hêze Birîmo ya ji Efrînê derbarê rewşa wargehê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev nêzî 5 sal in em ji cih û warê xwe koçber bûn e. Weke her kes dizane ku em niha di meha Remezanê de ne. Gelê Efrînê ya koçber gelek zehmetiyan re rûrû ne. Niha meha remezanê ye û li hemberî me ambargoyeke heye. Em nikarin ji bo danustandinê biçin sûkê ji ber ku gelekî buhaye. Ligel her zehmetî û tenbûnê em rojiya xwe digirin. Em jî dizanin rojî li gelê koçber nakeve, lê em dîsa jî digirin. Çeteyên dewleta tirk a dagirker di bin navê ola Îslamê de li Efrînê û herêmên dagirkirî sûcên dermirovî pêk tînin. Lê mixabin ola Îslamê nabêje jinan qetil bike an jî tecawiz bike. Hemû kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên derheqê me de derveyî ola Îslamê ye."   'Zehmetiyên koçberiyê gelek in'    Aytan Elûş ya ji Efrînê da zanîn ku li gor kêm derfetan û zehmetiyan weke koçber xwedî bawerî ne û rojiya xwe digirin û got: "Em li vê derê koçberin û di wargehan de dijîn. Lê dîsa jî em rojiyê xwe digirin. Dema ku em li cih û warê xwe bûn, di meha Remezanê de me bi malbata xwe re pir demên xweş derbas dikir. Her wiha me Cejna Rêmezanê bi hev re pîroz dikir, rihek civakbûnê ya cejinê hebû. Cejin bi kombûna malbatê û kêfxweşiyê ye. Piştî êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî ve, em neçar man ji cih û warê xwe koçber bibin. Niha jî malbata me her kes li cihekî ye em hemû belav bûn e. Dema ku em li cih û warê xwe bûn di Remezanê de xwarinê bi vîtamîn û qewet dixwar, lê niha li vê derê em rojî digirin lê ambargo heye û xwarinê bi qewet tune ye.  Li beramberî hemû zehmetiya her tim berxwedaniya me wê bidome."   'Her diçe alozî zêde dibe'   Xaldiyê Koro ya ji Efrînê diyar kir ku astengî û zehmetiyên jiyanî li pêşiya gelê Efrînê nabin bend û wiha bi lêv kir: "Ev çar sal in em meha Remezanê û Cejna Remezanê li wargehê pêşwazî dikin. Li vê derê ambargo heye ji ber vê yekê gaz tune ye, em di vê germahiyê de li ser agir xwarinê çêdikin. Her wiha gelek tişt buhaye û em nikarin bistînin û ligel vê jî em rojî jî digirin. Hikûmeta Şamê vê carê jî dixwaze hatina ard asteng bike ku gel bê nan bimîne. Her diçe alozî zêde dibe, lê dîsa jî em rojiya xwe digirin û berxwedaniya xwe li vê derê berdewam dikin."