Di çalakiya Xizmên windayan de li aqûbeta Cemal Kavak hat pirsîn 2022-04-16 14:33:55   AMED - Xizmên windayan li Parka Koşûyolû kom bûn û li aqûbeta Cemal Kavak ê 26 sal berê li Amedê hatibû windakirin pirsîn.    Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê wek her hefteyê li Parka Koşûyolû kom bûn û di hefteya 688’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û cezakirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.    Di çalakiya vê hefteyê de li aqubeta Cemal Kavak ê 26 sal berê li Amedê hatibû wendakirin pirsîn.    Ewilî Seroka ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku polîtîkayê ku dewlet dimeşîne eleqeya bingeha wê bi aştiyê ve tine ye. Abdullah di axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa girtîgehan û wiha got: “Polîtîkayên bêcazahîştinê li girtîgehan de jî xwe dide nîşandan. Li girtiyan îşkence tê kirin. Mafên mirvoan li girtîgehen tê binpêkirin. Yê ku wan îşkenceyan dike ji darazê destekê digire.”   Endema Komisyona Windayan a ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim serpêhatiya windakirina Cemal Kavak ê 26 sal berê li Amedê hat windakirin xwend. Derya da zanîn ku Cemal Kavak li Amedê tê windakirin û cenazeye wî di navbera rêya Amed û Bismilê de li nav zeviyên zilûyan tê dîtin. Derya got tevî ewqas sal derbas bûn jî hêj kujerên Cemal nehatine dîtin.    Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.