Fatma Kurtulan: Dewletê li dijî girtiyan şer daye destpêkirin 2022-04-16 09:08:07   WAN - Parlamentera HDP’ê ya Mersînê û endama Komîsyona Mafê Mirovan a HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku dewletê li dijî girtiyan şer daye destpêkirin û got sedema binpêkirina mafan tecrîda li ser Abdullah Ocalan e, divê demildest hevdîtin dest pê bikin.   Tecrîda giran li girtîgehan didome û vê hefteyê gelek bûyer hatin jiyîn. Li girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê di encama ku girtiyan berbi întîxarê ve dibin de Ferhan Yilmaz hat qetilkirin. Li dijî vê li hinek girtîgehan bi armanca hişyariyê grevên birçîbûnê pêk hatin û heyeta bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat avakirin li girtîgehan serdan pêk anîn û ji bo pirsgirêkan ketin hewldana çareseriyê.    Heyeta HDP’ê di 13 û 14’ê adarê bi rêveberiyên girtîgeha Tîpa S ya Îdîr, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê re hevdîtin kir û rêveberiya girtîgeha Tîpa L ya Panosê daxwaza hevdîtinê red kir. Di heyetê de endamên Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) cih girtibûn. Endama Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê û parlamentera HDP’ê ya Mersînê Fatma Kurtulan ya di heyetê de cih digirt der barê serdanê de ji ajansa me re axivî.    ‘Bedelên giran tên dayîn’   Fatmayê destnîşan kir ku girtî ji bo mafên xwe neçar dimînin bedelên giran bibin û wiha dirêjî dayê: “Ji nameyan bigirin heta ragîhandin, serdanên malbatan, tercîhkirian hevalên koxuşê, tercîhkirina girtîgehan gelek maf ji aliyê îdareyên girtîgehê ve rastî astengiyan tên. Yek ji pirsgirêka herî mezin rewşa girtiyên nexweşe. Malbat ji bo girtiyên nexweş bi fikarin. Ji ber ku êdî ji girtîgehan cenaze derdikevin. Di encama êrîşan de  mirov êdî bi întîxarê re tên rû hev.”   ‘Dewlet dijî girtiyan ketiye şer’   Fatmayê destnîşan kir ku îdareyên girtîgehan ji bo girtî zêdetir di girtîgehê de bimînin hewl didin û wiha dirêjî dayê: “Dermankirinên bi kelepçekirî didomin. Girtî ger red bikin beyî dermankirin vedigerin girtîgehan. Ji bo girtî neyên dermankirin vê bi israr dimeşînin. Rêbaza lêgerîna tazî pêk tê. Îşkencê wek hincet destê xwe de digirin. Dîsa girtî ji malbatên xwe pir dûr in. Girtî her roj tên surgunkirin. Daxwazên girtiyan yên biçin cihekî nêz jî pêk nayê. Di her alî de maf tê xespkirin. Niha dewletê li dijî girtiyan şer daye destpêkirin. Girtî di bin îşkenceyê de ne.”   ‘Ferhan Yilmaz bi îşkencê hat qetilkirin’   Fatmayê bi lêv kir ku girtiyê bi îşkencê hatiye qetilkirin, îdara gîrtîgehên hewl dide wek mirineke normal nîşan bide û wiha bertek nîşan da: “Ferhan Yilmaz bi awayekî aşkera bi îşkencê jiyana xwe ji dest daye. Sedema hemû pirsgirêkan tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan e. Dewletê bi polîtîkayên tecrîdê hemû deriyên aştiyê girtin. Deriyê edeletê girtin. Daraz ne serbixwe ye. Meclîs ne bi bandore. Dema em li sedemên vê binêrin tê dîtin ku dewletê pişta xwe daye aştî, edelet û demokrasiyê. Dewletê ev bi kîjan kanalan kir. Tecrîda li ser Birêz Ocalan giran kir. Maseya aştiyê qulipand. Tirkiyeyê xwe dîsa nava şerê bixwîn de dît. Kuştinên jinan, mirinên karkeran zêde bûn. Tu kes behsa serbixwebûna darazê nake êdî. Baweriya bi edeletê nemaye. Ji ber krîza aborî sînorê birçîbûnê zêde dibe. Rêjeya betaliyê zêde dibe, xizanî zêde dibe. Sedema van hemûan tecrîda giran ya li ser Birêz Ocalan e.”   ‘Divê hevdîtin dest pê bikin’   Fatmayê der barê çareseriya van pirsgirêkên li welat tên jiyîn jî wiha vegot: “Ger ku desthilatdarî bixwaze krîzê, xizaniyê, binpêkirinên mafan ji holê radike, divê ewil şer rawestîne, ji bo demokrasiyê van hemûyan ji holê rabike. Çareserî çiye; beriya her tiştî divê tecrîdê rake. Heta tecrîd ranebe bila tu kes wek soza hilbijartinê tiştekî nede ber gel. Ji ber wê lingên wan li hewa bimîne. Ne pêkane. Heta şer, binpêkirinên mafan, êşa kurdan neyê çareserkirin, wê Tirkiye di vê xizaniyê de bimîne û yên din jî wê kêfa xwe bikin. Cîhanek wisa tune. Ji bo vê em demokrasiyê bixwazin, ji bo demokrasiyê têkoşînê xurt bikin. Rêya vê jî bi rêbazên demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurde. Divê teqez bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk bên.”