'Penaber nikarin bibin endamên sendîkayê' 2022-04-16 09:07:29   Dîlan Babat    ENQERE - Endama damezerîner ya Sendîka Hewldana Koçberan Burcu Arikan û Burcu Çira diyar kir ku deshilatdarî û penaber penaberan dikin alava siyasî û ji ber vê nîjadperestî zêde dibe. Her wiha gotin ku bilî xurt bûn û yekitiyê çare nîne.   Penaberên ji ber şer neçar dimînin ji welatên xwe derkvin bi her cureyê newekheviyê re tên rû hev. Li welatên bicih dibin jî ji aliyê deshtilatdariyan ve wek alavê tên bikaranîn, wek hêza erzan tên xebitandin, terkî mirinê tên kirin. Li gorî rapora Cînayeta Karkeran a sê mehan ya 2022’yan a Meclîsa Ewlehî û Tenduristiya Kar (ÎSÎG) 8 penaberên Sûriyeyê, 2 efgan, yek îranî, yek ozbekîstanî, yek endonezyayî, yek pakîstanî, yek rûsî, yek sirbîstanî 18 penaberî jiyana xwe ji dest dane.   Endamên damezerîner yên Hewldana Sendîka Penaberan Burcu Arikan û Burcu Çira der barê rewşa penaberan de axivîn.   Burcuyê Arikan armanca Hewldana Sendîkaya Penaberan vegot û got bi zêdebûna nifûsa penaberan a li Tirkiyeyê re alozî çêbûne û got: “Xizaniyek cidî li welat heye. Ji bo me hemûyan di jiyana kar de bêewlebûnek heye. Penaber jî li welat wek hêza kar a erzan tên dîtin. Zimanê siyasetmedaran rê li ber nîjadperestiyê vedike. Em ji hewcedariya polîtîkbûnek der barê sektora derveyê qeydê derketin rê. Pirsgirêkên penaberan hene. Tehdîda dersînorkirinê her tim heye. Destûra xebatan girêdayê patronane. Ji ber wek hêza kar a erzan dixebitin nikarin bibin endamên sendîkayê jî.”   ‘Penaberên jin neçar tên hiştin’   Burcuyê balkişand ser rewşa jinên penaber jî: “Jinên penaber pir caran bê qeyd dixebitin. Piranî li malê tên xebitandin. Neçar tên hiştin. Proleterekê dijîn. Ji ber nasnameyê û îkametgahê şîdetê jî dibînin. Gilî jî nakin. Di peymana Stenbolê de ji bo jinên penaber xal hebû. Lê ev di qanûna hejmar 6284 de tune.”   ‘Divê zemîn bê avakirin’   Burcu Arikan da zanîn ku ji bo penaberan rêyên hiqûqî xitimandine û ji ber vê jî hewce bi  polîtîkbûnek civakî heye û wiha daxuyand: “Ev polîtîka têkildarî dewletê ne. Desthilatdarî û penaber berê xwe didin penaberan. Ji ber vê divê em vê biguherin. Divê em zêdetir bi penaberan re têkiliyê deynin, em biçin cihên lê dijîn û dozên wan bişopînin, vebêjin ku penaber bê qeyd tên xebitandin. Divê em zemîneke têkoşînê ava bikin.”   Pirsgirêkên penaber û karkeran   Burcu Çira jî bi lêv kir ku penaber hêza erzan tên dîtin û patron wek karê dibînin û wiha dirêjî dayê: “Piştî Tirkiyeyê peymana şûnde girtinê qebûl kir şûnde vê bi giştî wek bazirganî bikar tîne. Karkerên tê vir di fabrîka, li ser erdan li malan bi heqdestekî kêm dixebitin.  Bi saetên dirêj tên xebitandin. Patron di vir de karê dikin û qadan tije karkerên penaber dikin. Karkerên herêmî jî li dijî betaliyê di heman şertan de xiebitin. Xizanî tê ferzkirin. Ji ber vê nefret diafire. Penaber bi êrîş û gotinên ‘vegerin welatên xwe ji ber we em xizan bûne’ re tên rû hev. Pirsgirêkên penaberan ji karkerên herêmî pêk nayê. Ev rewş bi giştî ji patron û sermayedaran pêk tê.”   ‘Penaber kirine alava siyasî’   Burcu Çira di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Desthilatdarî û muxalefet penaberan wek alava siyasî bikar tîne.  Destilatdarî penaberan digire û wek potansiyela dengan û karker dinirxîne.  Desthilatdarî ji xwe penaberên di alî aborî de dinirxîne digire û yên kêrî wan nayê dersînor dike. Mualefet jî dibêje ‘Gelê me xizan bûye, bi girtina penaberan xizaniya gelê me nabînin’ û bi van gotinan wek dikin alava siyasî. Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê, li sînorê Polonya-Belarus jî 28 hezar penaberên kurd li sînor hatin sekinandin. Li dijî bêewlebûna ku penaber dijîn divê rêxistinbûnek giştî hebe û têkoşîn bê ava kirin.”