‘Bêceza hiştin cesaretê dide mêran’ 2022-04-16 09:02:35   Derya Ren   AMED - Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Ruken Erguneş destnîşan kir ku sedema zêdebûna şîdetê polîtîka bêcezahiştinê ye û ev polîtîka cesaretê didin mêran.    Şîdeta li ser jinan roj bi roj zêde dibe û mêrên bi guman tên dîtin jî tên berdan û ev jî ewlehiya jiyana jinan dike xetereyê. Polîtîka bêcezahiştinê rê li ber zêdebûna bûyeran vedike û li aliyê din jî bi rakirina Peyaman Stenbolê re û ji ber pêknehatina Qanûna Hejmar 6284 rê li ber kuştinên jinan vedibe.   Li Dêrsîmê xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku di 5’ê çileyê 2020’an de winda bû û gumanbarê sereke Zaînal Abarakov û her wiha  Şebnem Koker ya li Kadikoya Stenbolê ji katê sêyemîn yê pansiyonekê de ket û jiyana xwe ji dest da û mêrê gumanbar T.B hat berdan.   Her wiha gumanbarê Aleyna Çakir yê di 3’yê hezîrana 2020’an de li Keçîoren a Eqereyê li mala xwe mirî hat dîtin gumanbarê wê Umîtcan Uygun hat berdan. Her wiha jina bi navê Esra Hankulu jî di 3’yê tebaxa 2021’ê de ku ligel Umîcan dima jî bi guman jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Umîcan Uygun hat girtin 10 sal ceza lê hat birîn.    Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Ruken Erguneş derberê mijarê de nirxandin kir.   Şîdet tê rewakirin   Rukenê destnîşan kir ku sedema zêdebûna şîdetê polîtîka bêcezahiştinê ye û ev polîtîka cesaretê didin mêran û wiha vegot: “Şîdeta pêk tê çi dibe bila bibe divê tu car neyê qebûlkirin. Ji ber dema bê qebûlkirin wê rê li ber şîdetê vebibe. Îro tenê şîdeta psîkolojîk, dîjîtal û fîzîkî pêk nayê. Li hember jinan bi giştî şîdetek pêk tê. Divê li dijî şîdetê hişmendiyek bê afirandin. Li dijî vê divê pêngavek bê avêtin. Jinên serî li qerekolan didin bi mantiqa ‘Mêr dikare şîdetê bike’ re tên rû hev. Vê bi gotinên îfade nakin lê bi biryaran şîdetê rewa dikin.”   ‘Mêr dibêjin tiştek bi min nayê’   Rukenê daxuyakirin ku bi rakirina Peymana Stenbolê re û pêknehahatina qanûna hejmar 6284'an rêjeya şîdetê zêde bûye û wiha dirêjî dayê: “Dadgeh dema ceza dadixin ev cesaretê didin mêran. Ji ber polîtîka bêcezahiştinê mêr dibêjin ‘tiştek bi min nayê’. Gotina ‘tiştek bi min nayê’ pir caran tê bikaranîn. Bêguman ev dibe nokteya motîvasyonê ya mêran. Ev rewş bandor li hemû civakê dike. Ev wek tehdîdek li hember jinan dertê pêşberî me.”   ‘Fikarên me zêde dibin’   Rukenê destnîşan kir ku di lêpirsîna der barê windabûna Gulîstan Doku û bûyerên wek vê de biryarên dadgehê gelek girîng in û wiha daxuyand: “Lêpirsîna di bûyera Gulistanê de pir kêm dimînin. Di bûyera Gulîstanê gumanbarê sereke Zaînal Abarakov hat berdan û vê bandorek li civakê kir. Windabûna Gulîstanê wek întîxar nîşan dan. Di bûyera Îpek Er de jî em bi heman rewşê re hatin rû hev. Dema lêpirsînek bi bandor neyê meşandin fikarên me jî bêguman zêde dibin. Jinên ji aliyê mêr ve şîdetê dibînin dîsa mahkum dikin ku bi gumanbar re bijîn. Çîroka hemû jinên tên qetilkirin dişibin hev. Ew jin neçar dimînin bi mêrên ku qetil dikirin re bijîn. Jin bêyî şîdetê nayên qetilkirin. Bi salan şîdetê dibînin û tên qetilkirin. Gelek jin ji ber zexta dibînin nikarin parastina xwe ya cewherî jî pêk bînin.”   ‘Çîrokên jinan dişibin hev’   Rukenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li gorî derfetên heyî hewl didin çareseriyan pêk bînin û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em mekanîzmayên divê çareseriyê pêk bînin didin zorê. Ji bo hejmarên ŞONÎM’ê bên zêdekirin em hewl didin. Em hewl didin van qadan baş bikin û bikin qadên ku jin dikarin lê bijîn. Jin li gorî berê hîn bêtir xwedî hişmendin. Dema em li seranserê Amedê binêrin, çîroka jinan dişibin hev. Em dibînin ku mêr nayên cezakirin û jin nayê parastin. Ger biryarên bên girtin bi bandor bin wê pêşî li kuştinên jinan bê girtin.”