Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin 2022-04-15 16:48:48   ŞIRNEX - Koçerên ku ji Êlihê dixwestin biçin zozanên Çemêkarê ya Sêrtê, ev du roj in di tunela di navbera Şirnex û Cizîrê de tên sekinandin. Leşker destûrê nadin ku koçer pezê xwe ji tunelê derxînin.   Koçerên ku ji Êlihê dixwestin biçin zozanên Çemêkarê ya Sêrtê, ev du roj in di tunela di navbera Şirnex û Cizîrê de tên sekinandin. Koçeran da zanîn ku 4 hezar û 500 pezê wan niha di tunelê de ma ye û leşker destûrê nadin ku pezê xwe derbas bikin.    Bi domdarî koçeran diyar kir ku di van 2 rojan de nêzî 20 pezên wan telef bûne û Walîtiya Şirnexê bi hinceta ‘Herêma biewle’ nahêle pezê wan derbas bibe.    Koçer, li bendê ne ku destûr bê dayîn da ku pezê xwe ji tunelê derxînin û biçin zoman.