Ji 'Nobeta Edaletê' ya li Wanê banga piştevaniyê hat kirin 2022-04-15 16:08:10   WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên Girtiyan li Baroya Wanê 119 roj in didome. Malbatên girtiyan carek din bal kişandin ser rewşa girtiyan û banga piştevaniyê kirin.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê ji hêla malbatên girtiyan ve hatî destpêkirin 119 roj in didome. Dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîfa F a Wanê girtî ye Aslihan Tîmûr tevlî nobeta îro bû. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê serdana nobetê kir.    Di serdanê de rêveberê HDP'ê ya navçeyê Cuma Çîftçî axivî û diyar kir ku dê her tim piştevaniya malbat û dayikan bikin û got: "Tecrîta ku li Îmraliyê hatî destpêkirin niha li hemû girtîgehan belavbûye. Tecrîdeke giran li hemberî girtiyan tê meşandin. Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bi sedan girtiyên nexweş hene. Divê dawî li vê bêedaletiyê bînin. Demîldest girtiyên nexweş bên berdan. 30 sal in hevalên me ji ber fikr û ramanên xwe girtî ne. Ji ber ku ji fikrên wan ditirsin, girtiyên ku cezayên wan qediyane bernadin. Di mehên dawiyê de zêdetirê 10 hevalên me yên girtî jiyana xwe ji dest da. Em naxwazin cenaze li girtîgehan derkevin."    Aslihan Tîmûr da zanîn ku 7 salê kurê wê girtiye û wiha axivî: "Em ji bo pêkanîna edaletê li vir in. Ez  bang li dayikan dikim ku bila me bi tenê nehelin. Girtî bi îşkenceyan tên qetilkirin, em êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Divê dayik bên tevlî çalakiya me bibin û em bi hev re ji bo pêkanîna edaletê têbikoşîn. Zarokên me bi tenê nehelin û em bibin dengê girtiyan."