Rêveberiya Xweser a Şengalê: Vegerin ser warê xwe 2022-04-15 15:43:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Şengalê piştî civîna xwe ya awarte daxuyaniyek da û got: "Em bang li civaka xwe dikin ku vegerin ser warê xwe, welatê xwe ava bikin."   Em bang li civaka xwe dikin ku ji xewna PDK li wan ferz dike hişyar bin. Vegere ser warê xwe, welatê xwe ava bikin."   Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser zêdebûna zext û zordariyên li ser Şengalê, lêkirina dîwarê navbera Şengalê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bi awayek awarte civiya. Piştî civîn bi dawî bû daxuyaniyek hat dayîn. Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Ev demeke zextên cûrbecûr li civaka êzidî bi taybetî jî li xelkê Şengalê tê kirin. Haya civaka wan ji hemû zext û zordariyê heye. Gelek ji wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevalbendiya PDK’ê gelek zext li ser civaka êzidî û xelkê Şengalê tê kirin.   Yek ji wan zext û zordariyan ew e ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze gelek êrişan bibe ser wan kesên di fermanê de, di zor û zehmetiyê de bi êzidiyan ve hatin bikin.   Ji aliyê din ve jî her roj em dibînin ku êrişên cûrbecûr li ser xelkê me yê kampan dikin ên ku di nava şert û mercên giran ên koçberiyê de ne. Her roj konên wan têne şewitandin, PDK jî nahêle ew xelk vegere ser mal û milkên xwe, vegerin ser axa xwe, vegerin ser welatê xwe. PDK bi hemû şêweyan dibe rêgir li pêşiya civaka me ya êzidî. Em bang li civaka xwe dikin ku ji xewna PDK li wan ferz dike hişyar bin. Vegere ser warê xwe, welatê xwe ava bikin.   Wekî din, ev demeke hikûmeta Iraqê bi hevkariya PDK û Dewleta Tirk dixwaze sînorekî di navbera me û Rojavayê Kurdistanê de çêbike. Bi rêya vî sînorî Dewleta Tirk dixwaze nefesa navbera êzidiyan û Rojavayê Kurdistanê qut bike. Bila hikûmeta Iraqê li deverên ku xeteriya DAIŞ’ê heye parastina xwe bike. Yek DAIŞ’iyek jî ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Şengalê nebûye.   Cihê herî aram li Iraqê Şengal e. Em careke din bang li miletê xwe yê êzidî dikin ku hişyar bin, vegerin ser axa xwe, welatê xwe.   Çarşema Serê Nîsanê wê îsal li Geliyê Kersê bê pîrozkirin. Em bang li miletê xwe dikin ku bên em vê rojê bi hev re pîroz bikin.”