Kesên hatibûn binçavkirin dema binçavkirina wan dirêj kirin 2022-04-15 14:32:29     ENQERE - Dema binçavkirinê ya 48 kesên di çarçoveya operasyona ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû destpêkirin de hatin binçavkirin, ji bo 4 rojên din hate dirêjkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de derheqê 91 kesî de biryara binçavkirinê dabû. Di vê çarçoveyê de polîsan di 12’ê nîsanê de li Amed, Wan, Edene, Stenbol û Riha jî di nav de bi giştî li 13 bajaran bi ser gelek malan de girtin û 48 kes binçav kirin.    Kesên hatine binçavkirin ev 4 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê tên ragirtin. Hat zanîn ku polîsan hewl dan kesên hatine binçavkirin ji piştve kelemçe bikin û bi vî rengî bibin edliyeyê. Lê li ser îtîrazê, kelemçeya asayî xistin destên binçavkiriyan û wisa birin. Dozgeriyê xwest ku dema binçavkirinê bê dirêjkirin. Li ser vê yekê Dadgeriya Cezayê Silhê jî biryara da ku dema binçavkirinê 4 rojên din bê dirêjkirin. Piştî biryarê jî binçavkirî dîsa birin midûriyeta emniyetê.    Kesên di bin çavan de tên girtin navê wan wihya ye:   Navên 48 kesên hatine binçavkirin ev in: “Zekî Çelîk, Mehmet Akin, Hafîze Îpek, Gulum Bayram, Mehmet Koyuncu, Burhanettîn Beduş, Metîn Kilavuz, Fazil Turk, Selamî Turhan, Hasan Ugur Çat, Ulfiye Ozcan, Osman Kaya, Navaf Ok, Huseyîn Daş, Fecrî Tayfur, Sevîm Soylu, Mehmet Mûstafa Bîlgîç, Şefîk Ozbey, Necmettîn Aslan, Mehmet Sarih Zumrut, Eyuphan Ocal, Erdal Avci, Sonay Avci, Fesîh Yalçin, Halîs Bîlen, Atalay Bayrak, Hakîm Guneş, Suphî Guneş, Umît Guneş, Nîzamettîn Onar, Mûstafa Demîr, Nîhat Salmiş, Nîhat Gezîcî, Mûrat Kaçar, Halîl Aslanli,Huseyîn Vural, Berat Anli, Abdullah Bozkoyunlu, Kemal Unver, Seydoş Daniş, Gulşen Duran, Zana Doner, Selçuk Tazgel, Rasîm Çelîk, Ayşe Kaçar, Mûrat Demîrkiran, Îlyas Tekîn.”