Li dijî ambargoyê şêniyên Efrîn û Şehbayê meşiyan 2022-04-15 13:40:48   ŞEHBA - Li dijî dorpêç û ambargoya li ser herêma Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê meşek girseyî li dar xist. Di daxuyaniya ku di meşê hat dayîn de wiha hat gotin: "Bangawaziya me ji hemû saziyên alîgir, Mafê Mirovan û rewşa penaberan dikin ku zextê bidin ser Hikumeta Şamê bikin, ji bo bi dawîkirina van dorpêçan û berê xwe bidin herêma Şehbayê."   Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê li dijî ambargo û ferzkirina dorpêçe ya li hemberî herêma Şehba, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşeke girseyî ji diwêra navçeya Ehdas ber bi nokteyên Rejîma Sûriyeyê ya Kantona Şehbayê ve li dar xist. Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankerta "Na ji dorpêçiya li ser herêma Şehba, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re" û "Na ji noqteyên Firqa Çarê re" di meşê de hatin vekirin. Meş bi deqeyeke rizgirtinê dest pê kir. Piştre daxiyanî ji aliyê Endama Meclisa Kantona Efrînê Leyle Heftaro ve hat xwendin.   Daxiyanî wiha ye:    "Li derbasbûna 11 salan li ser qirîza Sûriyê, lê rêjîma Sûriyê di rêbazên xwe yên ewlekarî de, di dawiya neçareserkirina qirîzê bi îsrar e. Her wiha Rejîma Sûriyê biryar daye siyaseta dorpêçkirina herêmê, birçîkirina sivîlan ku berdewam bike. Ji destpêka qirîza Sûriyê li hemû deverên Sûriyê dide meşandin.    Ev çar sal in ku Rejîma Sûriyê bi giranî van dorpêç û ambargoyan ferz dike, li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên girêdayî herêma Helebê yê ku nêzî 200 hezar niştecih tê de bi cih dibin. Her wiha nêzî 100 hezar koçberên Efrînî yên bi darê zorê ji Efrînê hetine koçberkirin ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve û li Kantona Şehbayê bi cih bûne.    Di vê heyva Remezanê ya pîroz de ku xwedayê dilovan ji bo avakirina nirxên mirovane, hezkirin, hevborîn destberîkirina civakî pêk were, di vê demê gelên Sûriye hem di milê ruhî, hem jî di milê aborî de bi hewcedariya van nirxên civakî ne. Lê mixabin Rejîma Sûriyê van nirxên civakî bi giştî binpê dike.  Rejîma Sûriyê bi hinceta 'Firqa Çarê' di dorpêçkirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bi îsrar e.   Bi navê herdu Meclisên Kantona Efrîn û Şehbayê, van siyasetên dorpêçkirin û tecrîda li ser herêmên Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, em şermezar dikin.    Xwesteka me ew e ku ev dorpêçî were bi dawîkirin û bi awayeke serbest çûyîn û hatina gel di navera Şehba û Helebê de were kirin. Her wiha veguhastina kel û pelên jiyanî, madeyên sotemeniyê û dermanên nexweşiyan, demildest di navberî herdu herêmên dorpêçkirî were derbas kirin.    Her wiha bangawaziya me ji hemû saziyên alîgir, Mafê Mirovan û rewşa penaberan dikin ku zextê bidin ser Hikumeta Şamê bikin, ji bo bi dawîkirina van dorpêçan û berê xwe bidin herêma Şehbayê ji bo belgekirina binpêkirina dewleta tirk a dagirker li ser koçberan di warehan de.   Em teqez dikin ku ligel hemû şert û mercên jiyanê yên zehmet, wê berxwedanî û tekoşîna me berdewam bike heya ku Efrîn û herênmên dagirkerî werin rizgarkirin.    Daxwazên me ji Hikumeta Şamê ev in;    * Bi dawîkirina dorpêç û ambargoya li ser herêma Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên girêdayî Helebê.    * Bi awayeke serbest çûyîn û hatina gel, veguhastina madeyên jiyanî di navbera Şehba û taxên Şêx Meqsûd û herêmên Sûriyê.    * Rakirina bendên Firqa Çarê li ser riyên Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê."   Meş bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrîn û Şehbayê" û "Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşr" bi dawî bû.