ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2022'AN 2022-04-15 09:00:00     *Komeleya FERAT-DER’ê ya ku li Semsûrê xebatên Zimanê Kurdî bi rêve dibe, bi armanca li dijî bişaftinê bi taybet ji bo ku ciwanan ji pêla bişaftinê rizgar bike hatiye avakirin. Ji Rêveberiya komeleyê Yeşîm Akgul, destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe yên ji bo ziman berfirehtir bikin û dê bi hev re zimanê dayikê ji xetereya tunebûnê rizgar bikin. BI DÎMEN    *"Di her qada jiyanê de bandora jinê tê hîskirin. Jinên bi aktîf tevli astên hilberîner û bikarhêneriyê dibin, di pêşketina ferasta bazara civakî de bandora hêza wê hîna jî bi sînor tê dîtin. Dema di feraseta bazarê de bandora jinê qels bimîne, di aboriyê de cih girtin, di esasê rolên zayenda civakî de di astên karbeşiyê de jî dikare qels bimîne." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Ji Rêveberiya Desteya Ekolojiyê a Kantona Kobanê Emîne Wêso diyar kir ku Rojava bi hatina biharê re xemilî û welatî jî dest bi çandiniyê dike û got: "Xwezaya ewqas xweş tê talankirin û texrîpkirin, divê Rêxistinên Parastina Xwezayê yên Cîhanê rê nedin talankirinê." BI DÎMEN    *Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Gulcîhan Şîmşek der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û raporên ATK’ê de axivî û da zanîn ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan divê şert û merc bê başkirin. BI DÎMEN