Li girtiyan ferz dikin ku bê gore û pêlav derkevin hevdîtinê 2022-04-14 11:09:46     Derya Ren    AMED - Parêzer Aslihan Bulut a ku çû Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê, diyar kir ku pêkanînên li girtîgehan di çarçoveya polîtîkaya tecrîdê de ne, xizma girtiyê Bêrîvan Abîş jî diyar kir ku ji ber destûr nadin girtî derkevin hevdîtina vekirî di nav tirs û fikaran de nin.    Tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû girtîgehan bû. Ji adara 2020'ê heta îro bi hinceta vîrûsa koronayê (Covîd-19) li girtîgehan bêtir rewş guherî û girtî hatin tecrîdkirin. 2 sal in malbat nikarin hevdîtina vekirî û girtî pêk bînin. Hevdîtina vekirî di kanûna 2021'ê dê bi sînorkirî hat destpêkirin. Tenê ji malbatê 2 kes dikarin biçin hevdîtinê û dema hevdîtinê jî kirine 30 deqîqe.    Çend hevdîtina vekirî hem di hêla kesan û hem jî di hêla demê de hatibê sînorkirin jî li hemberî malbatan astengiyên mezin tên derxistin. Bi hinceta rêgezên girtîgehê lêgerîna berfireh hem li girtiyan û hem jî malbatan tê ferzkirin. Girtiyên ku li dijî vê yekê derdikevin nêzî 5 meh in dernakevin hevdîtina vekirî.    Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê, derxistina gore û pêlavan a di dema hevdîtina vekirî de li girtiyan hatiye ferzkirin. Li dijî vê yekê girtî dernakevin hevdîtinê. Derbarê mijarê de parêzer Aslihan Bulut û keça Emîne Abîş a girtî Bêrîvan Abîş tirs û fikarên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    'Girtî hatin tehdîtkirin' Parêzer Aslihan, destnîşan kir ku piştî destpêkirina hevdîtina vekirî li Gîrtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê ev pêkutî hat destpêkirin û got: "Niha li girtiyan ferz dikin ku bila pêlav û goreyên xwe derxin. Girtî li dijî ferzkirinê derbarê îdareya girtîgehê de serlêdana sûc kir. Di encamê de girtî xwestine bi sandaletlan derkevin hevdîtinê. Lê belê ev tişt jî ji hêla îdareyê ve hat qedexekirin û nehiştine ku girtî di koguşê de derkevin. Girtî ji hêla gardiyanan ve hatin tehdîtkirin."   'Rûmeta girtiyan dişkenîn'    Aslihan, diyar kir ku tiştên ku ji hêla îdareya girtîgehê ve tê kirin li dijî qanûnê ye û wiha bi lêv kir: "Lê belê lêgerîn hiştine însafa îdareya girtîgehan. Bi rêbazên cuda rûmeta girtiyan tê şikandin. Şikandina rûmetê li dijî rêgezên navneteweyî ye. Ferzkirina lêgerîna tazî jî di însafa îdarê de ye. Lê belê lêgerîna tazî tê wateya muameleya xirab û ev tîşt jî di Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME) de cih digire. Girtiya ku ji nexweşxanê vegeriyaye pêlavê xwe ji x-rayê derbaskiriye, lê pêxast ew şandine koguşê. Di nav sêpandinên îdareya girtîgehan de gelek nakokî hene."    'Dixwazin salên 80 û 90'î  bi bîr bixin'   Aslihanê diyar kir ku zêdebûna mirinê, îşkence û binpêkirinên mafan ji ber polîtîkayên ku tên pêşxistine û berdewam kir, "Binpêkirinên mafaên ên li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Amedê û li girtîgeha Sîlîvriyê binpêkirinên mafa ngelek zêde ne û li gel vê girtî jî tên qetilkirin. Ev pêkanîn hemû ne tesaduf in. Ji bo Sînan Kaya, Can Guler gotin qeyrana dil derbas kirine û mirine. Mehmet Sevînç jî di hucreya ku bi tena serê xwe dima de hat qetilkirin.  Wezareta Edaletê bi van pêkanînan re dixwaze salên 80 û 90'î bi bîr bixe."    Aslihanê got ku dema ew çûne girtîgehê serdanê jî dîtine hîna jî destûrê naadin girtî tevli aktîvîsteyên civakî bbin û li girtîgehan di bin navê ewlehiya koronayê de girtî tên tecrîdkirin.   'Dixwazin pêlav û goreyên xwe derxînin'   Bêrîvan Abîş jî diyar kir ku dayika wê di 2020'î de hatiye girtin û 7 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn.  Wan ji destpêka serdema pandemiyê ve hevdîtin nekirine û piştî wê yî hevdîtina vekirî hatiye destpêkirin lê ew dema hevdîtinê jî ku mafê wane dema wê nêvî li nêvî hatiye kurtkirin.  Bêrîvan wiha bertdewam kir, "Dema ku nû hevdîtina vekirî hatibû destpêkirin û pêkanîn li girtiyan ferz kiribûn û girtî jî ji bo ku xizmên xwe mexdûr nekin ew daxwazên ku li wan hatibûn ferzkirin qebûl kiribûn. Hevdîtina vekirî jî piştî bi mehan hat destpêkirin. Lê em her cara ku çûn ji bo hevdîtinê bêyî ku em xizmên xwe bibînin vegeriyan. Ji ber ku derxistina pêlavan ji piyan li wan dihat ferzkirin. Girtiyan jî ev qebûl nekiribûn û ji ber wê jî derneketin hevdîtinê.  Dema ku em çûn ji bo hevdîtina girtî jî di serî de dayika min girtiyên din jî bahsa pêkanînên li wan hatibûn ferzkirin dikirin."   '5 meh in di hevdîtinên vekirî de pirsgirêk dertên'   Bêrîvanê diyar kir ku dema ew çûne hevdîtinê ew girtine hundirê salona ku wê hevdîtin lê bê kirin lê xizmên wan nehatine û piştî ku demek dirêj li wê ew dane rûniştin gardiyan hatine û gotine, "hevdîtin qediya xizmên we naxwazin derkevin hevdîtinê." Bêrîvanê anî ziman ku wan sedema vê pirsînê lê keskî bersîva wan nedaye û bi darêzorê ji salonê hatine derxistin. Bêrîvanê wiha dirêjî da axaftina xwe, " 5 meh in hevdîtina vekirî hatiye destpêkirin lê rewş neguherî ye.  Em bêyî ku xizmên xwe bibînin ji salona hevdîtinê dertên. Her dema ku em diçin hevdîtinê jî li ser me lêgerîneke berfireh tê kirin. Girtî di nava çar dîwaran de ne û li wan tê ferzkirin ku pêlav û goreyên xwe derxînin û pişter derkevin hevdîtinê.  Sedema vê jî ew e ku naxwazin pêkanînên li hundir tên kirin ji derve re bên ragihandin. Em xizmên girtiyan jî her meh bi van pêkanînan re rûbirû tên û bêyî ku em xizmên xwe bibînin vedigerin."    'Zextên ku wê bi darê zozorê derxiînin kirin'   Bêrîvan dema ku berî niha bi 2 mehan ji bo hevdîtina vekirî çûye girtîgehê û tişta li wê jiya wiha vegot, "Em li salona hevdîtinê rawestiyan. Piştî ku xizmên me nehatin me meraq kir û ji gardiyan pirsa xizmên xwe kir.  Lê wan got ku ew hevdîtinê dikin. Li gel ku em zêde li bendî xizmên xwe rawestiyan jî derneketin hevdîtinê. Ji ber ku gore û pêlav li wan hatibûn qedexekirin me jî ji wan re sandalet biribûn. Lê destûr nedabûn ku bi sandaletan jî derkevin hevdîtinê. Em li salona hevdîtinê li benda xizmên xwe man. Gardiyan hatin û gotin hevdîtin qedeiya biçin. Dema ku me got me hevdîtin nekiriye jî bi darê zorê em jî salonê derxistin. Piştre me got em dixwazin bi dozger re hevdîtinê bikin. Dema ku em çûn odeya dozger pirsa xwe ya yekem kir û got, 'xizmên we ji terorê tên darizandin' me ji hevdîtina bi doger re jî tu encam negirt. Me xwest ku em hevdîtina girtî bikin. Lê ew jî qebûl nekirin."   'Em ji jiyana wan bi gûman in'   Bêrîvanê herî dawî wiha got, "Hema çi bigire her roj cenaze ji girtîgehan tên derxistin. Em ji vê rewşê dikevin gûmanan û xema xizmên xwe dikin. Tu aktîvîteyeke girtiyan a civakî tune ye. Bi hinceta pandemiyê hemû mafên wan ji dest wan hatin girtin. Divê saziyên civaka sivîl û en bi rewşa girtiyan têkildar li hemberî rewşa girtiyan bêdeng nemînin û bikevin tevgerê."